«dîtnî ḧeytey germênî ke nameberî şay baban bû»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
631 views
kwêxayekî ḧeyte nêw ḧeyte
petyare û peyte bû le peyta
ew řûyî dekirde kurdewarî
sertaserî hobe û hewarî
pakî degeřa be law û pêyan
bê tirse deçowe gund û dêyan
ba pê û pyade řû û sûke
defřê ke deřoyî wek helûke
bo mîrî beban name ber bû
şahênî çiř û kel û sefer bû
çun mexte û ko kerî beban bû
bo pare le nêw ’eşîretan bû
bînrawe be çawî řûnî kîjan
ew ḧeyte le beden û le tîşan
derkewt lewane yek řeşayî
dey dawe le dûre tarmayî
deyfermû sitî ke řêbuware
borayî le îme wa dyare
nek lase perî ke deyřiwanî
deynasî be tûrekey le şanî
deygut ke ewe ḧeyteyew le germên
dey nameyî şayî bo xełk pên
ger biştewe surçî û zurarî
lêrey nye ḧeyte şête karî
pêtû ke biçête ew wełate
min lêrewe ew dekem xełate
ta řêge bixate bałekane
bo xizmetî lasekey cwane
basî minî bêkes û qelender
bo bikat û deka be ḧeyte baweř
çun taze elew heware bîstim
nayêtewe êre xoşewîstim
ba ḧeyte xeber berê le laman
bênêtewe boman ew wełaman