«hawarî saqî lebarey perêşanbûnî xezałê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  453 views
saqî were têke mey le cêwe
ewřoke xezałe dił peşêwe
bîhêne be kupełey bilûre
mawêke le lase şořî dûre
mestî bike ew kiçey be kase
bê çareye çawenořî lase
boy têke lew aweyî jyane
nasor û birînî ew le jane
bêwaz û peşêw û diłbirîndar
perwaneyî ’aşiq û ewîndar
her çaweřwane ew le bo las
şew takû beyanî lew deka bas