«wełamî pîre»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  424 views
fermû bike lew gułane to bon
çun małî şwane giçkełey ton
lew bendene ew firîwî dawim
bew bonewe ber liqey dirawim
bîstî ewe gerle pîrî wirya
lew cêye be kuł xezał egrya
dedwa ke le basî las, pîre
girya kiç û her nebowe jîre
diłdarî dedawe pîre jîre
deybirdewe şîn û kuł le bîre
ew care ke ew gułey dehênan
lew cêye le şûşe kupełey nan
deyxistewe jêrî çawedêrî
bo xoyî ewane ta bidêrî
fermûyî be pîre ew dwayî
werzêřê weya eto řeşayî?
deygut ke hejar û bê zemînim
bê cûtim û tał û tûşe jînim
yezdan kewe dayî ew debû têr
bewcoreyî pîre kirde werzêř