«tûřebûnî pîre le xezał û lomekirdinî»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
740 views
gêřayî ziman pîre ew car
deygut be xezałe ey perî har
namûs û ḧeyayî to řijawe
nanasî jin û kiç û pyawe
xo pê zilî ey çetîwe sûke
deyłîy û dekey cinêw û tûke
xo ’eybe kesêk bête małit
bigrêtewe ser berew cewałit
bê wey ke le kabra bipirsî
têy berbî û her le kes netirsî
asûde nebî be dił le řêwe
řabgirî gwêy bo cinêwe
duyaneyî řû syaw bê hoş
net mawe eger eto witey xoş
şa jin be debim dwêne be cwên
lêm pirse ke ew gułane î kên?
ca ew deme çawekem be kutkan
to bimdewe des minałe wirkan
lêy dawe ke pîre tane be ziman
bew tane xezałe kewte giryan
ger qełsî û ser řeqî wela na
bo pîreyî řêz û qedir dana
deygut ewe mame pîre î kên?
hênawte bome guł be turêyn