«ew řoje ke pîre gułî bo xezałê birdin, xezał le tawî las zor perêşan bû»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  568 views
ew řoje kiçî nebî debû kas
bêwaz û kesas ebû le bo las
lew maweye her kesî bidîba
lêy tûře debû eger nebî ba
herwa degeřa le bo behanê
pîr ew deme ew gułey dedanê
dey dî ke guł ew xezałe gořa
lew pîre dekewte řiq le xořa
deygut qerewaşe werne pêşim
lew bore zelame dił be êşim
serpak û le kard dest berden
ew pîre le toz û xoł werden
ẍembarim û guł le bom dênê
min pertim û dêt û demdiwênê
bê lasim û taze namewê jîn
min boçme ẍunçe guł dekem şîn