«pirsyarî xezal le kabra le barey lasî»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
722 views
fermûy ke ew miroye kêye?
goçanî binawe piř girêye
kabra kutî ey perî, şwane
ḧewdałî şuwanî kawřane
to bîgre zû be meyke meḧtel
êwareye ba biçête berẍel
nanî be xezał bo dehey na
pêxorî le nirduwe nanekey na
wêy da gutî kurde řûke mołe
ew berẍele řake to le xołe
ca bî leweřêne lew çyaye
morî neşkawe ew gyaye
ew lase le benden û le kel bû
yek mang şuwanî berxe gel bû
yarî kede dîy betaw û kate
pêy wabû ke şaye lew wiłate
çen xoşe ke diłberit debînî
řoj û şewe to be nazenînî
çawit debřî le çawekanî
deřwanye zulfe xawekanî
dwa bîstinî şekirî zar û lêwî
bew xoşye řû bikey le kêwî