ew wade ke pîrekey dełałe

«pyawdananî xezałê le ser řêgayan dway tewawbûnî ew wadeyey ke xezał bo hatnî lasî degeł mame pîre day nabû»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  477 views
ew wade ke pîrekey dełałe
daynawe le hobe bo xezałe
ger lasî be ḧevde řoje bênî
bû têpeř û her nebû şwênî
ḧorî le dwayî ḧevde řojan
pyawî le nyû la be řojan
dana kutî lase şoře leşker
dênît û le min debê be awir
ew dê be supawe bo weła xan
ew hobe deka le daxe daxan
dey narduwe taqmê le pîran
bo kêwu çyaye řê degîran
ta mang le ḧevde řadebûsî
sî nokerî wek piłîngî birsî
besrawe bewane řê û şařê
kesyan nedîy lew wełate ger bê
bo las debû xezałe ẍemgîn
bulbul bû be şîwen û be nałîn
bew daxewe řoj û şew nedesrewt
ew hoşî ledes biřa debû hewt
fermûyî be xoyî řeng lîre
birdî be firîwe mame pîre
bîrî nedekird ewa le kin xoy
řoj û şewe deçne berxegel boy