«řoyştinî kabra û las bo çadrî xezałê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  625 views
ger çûnewe layî perye şořî
ew ’aşiqe bo debê negořî
zanî ke berew xezał deřwa
yekpaye peřey diłî de’engiwa
bend bendî diłî le lerzeda bû
wek mûy kezî kiçî mela bû
katê ke deçûn ewane, qijkał
estêreyî derk bû le bermał
wek tawwisî mest xoyî denwand
hoşî le cuwan û pîr destand
dabûyewe dem gułî dem û řûy
deygirtewe lase lerze wek mûy
ew lase ewey ke dîy debû kas
lew cêye demawe bê qise û bas
sed hênde ke bîstibûy cwan bû
ew xase kewêkî kwêstan bû
du’ayî bełayî çaw û zarî
deyxiwênd le řû be řûyî yarî
le dwayî siław řadewestan
bê deng wekû nexoş û xestan