«derfet peydakirdinî pîr bo kutin be xezałê»
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
640 views
pîr ew deme derfetî ke hêna
awa dedwawe lew şwêne
bew lase ke şû bikey pelk şoř
zû deçmewe ger neçim berew goř
dey nêrmewe êrexanî lawe
nêwkî be ewînî to biřawe
to wadeyî ḧevde řoj danê
ta bê degełit bika jwanê
her dûke welaw û sîne pakin
bo yektirî ey xezałe çakin
ew pîre ewey kut û be bê deng
dama be xezałe her nema řeng
kirdî ke le las, pîre pase
dey dawe miçuřk û ew detasa
çun awrî ’îşq lew memey dûr
xisbû le derûnî yare mensûr
bew derdî ewîne mubtela bû
peykanî le cerg û dił dirabû
bû koyî zuxał ew be fikire
dermanî be destî kes nedekira
ger bełgeyî lasî ew wedes kewt
lew pîre le şadya nedesrewt
ew řûyî le mame pîrekey kird
deygut were dîwî ême ey kurd
çun bend û hewayî to dezanî
dermanî birînî ser diłanî
diłxoşî û şîn her be toye
azar û birîn her be toye
çun pîre le kin xezał danîşt
her tîrî ewînî bo dehawîşt
lasî ke lebo dekird beyane
wek guł degeşawe ew cwane