«goranî kutnî mame pîre bo xezałê»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  847 views
derfet bû ke mame pîre lasê
bew diłbere ew şewey binasê
dexurayewe şew ke nan û çayî
awayî ḧewa deda hewayî
ser êşeme wa diłim le jane
wek şêtim û derdekem girane
hên çoł û çya û kej geřawim
her wek bine wende badrawim
hatim le wełatî bałekane
germêne degeł kwêstane
kirdûme heta be êregane
wêłim le dwayî mayînane
ey xanmî dił be bê ẍem û derd
gerden wekû kareba be bî gerd
ger hatme hobe to bizane
emdîy ne zewî ne asmane
demdî ke seraser ew heware
pakî be tem û mij û xumare
wemzanî ke axîrî zemane
nem zanî ke tozî mêgelane
dem dînewe hênde mêgelî meř
dinyayî be qaře kird bû keř
pol pol deřoyî şenge bêrî
be guware û kirmek û be zêřî
estêreyî nêw hewayî mij bûn
ewhane cuwan û law kuj bûn
yek ẍirme le bin guwême peyda
bû, wam dezanî lew demeyda
zêřî deřuwa be bar qarûn
bew denge emin debûme mecnûn
dîtim ke le beynî pêrî yane
hî toq û tełesim û kirmekane
pêm wabû kewa sedayî bermûr
dê kej le peřey dira be mensûr
awazeyî şam řext wabû
detgut ke zewî be fû xerabû
êware ke meř le mołda bû
her qařew baře û hera bû
ew hem ke dedîy be sed pejare
ser sûř demam lew heware
herwa be huřî dehatim îdî
ta yek neferim le hobeda dî
min çûmewe kin ewî be gêjî
bełkî xeberê be min bwêjî
lêm pirsî le çend şitî dezore
dey dawe wełamekem be nore
ewmałî etoyîda nîşanim
řûm kirdewe dîwexanî xanim
deygut ke biçin le dîwexane
gobbinewe minziłî begane
demdey ke be çaw tawił û çîẍ
lew baze çeqîm û bûme ber çîẍ
ew tawłe ser le asmane
bew bîst û çuware lew çiłane
dawênî ḧerîrî řeng zerde
bo zînete ber çiley le berda
řistey ke dełêy kezî kiçane
awrîşmî cwanî îsfehane
mafûre le destikarî kirman
sed dane debîndirê le dîwan
řundirawe le layî dîwexane
çen kursî û sendełî cwane
sertaserî paye her lewane
piř pêçe be wêne nerdewane
lew derke dîyare xo be ejmar
çil mayînî yał wibij be jengar
beḧrîn û muḧendek ew çilane
kilkyan ewe her leser çwane
des bendel awrêşim çinawe
her mayîne dûyî tê xirawe
no espî tirok û baş û keḧlan
dabeste be řoj û şew lebo wan
ew xêwete wa le min dyarin
cê xêwetî ’aşiqî hejarin
wek mîr ’ezîz wek budaẍe
wek eḧmed û wek memendî aẍa
bîstûme ewane ’aşiqî tun
her boye elêrekane kewtun
ewhane le çawî kake lasî
wek pûşin eger ewî binasî
ey xanmî xawenî cemałe
ger xeznew zêř û zêw û małe
bo to be kirur û bar ger bê
to nageye lase şoř be xudê