«pirsyarî xezał le mame pîre ke kên? we çû dewê?»

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  614 views
fermûyî be pîre ey bira kên?
lew kêwe le dûyî çî desûřên?
ew pîre kutî pyawî lasim
pispořim û min şitî denasim
dizrawe le lase şoře mayîn
dû dane be bê liẍaw û bê zîn
hatûm egeřêm elew wełate
lew hane nełêy ke pîrelate
min pîrî zemînî bałekanim
wa wêłî hewałî mayînanim
ger leknite to xeber lewane
bî fermû be ême bê behane