zîzbûnî mensûr le xełatî las û tarîfkirdinî xełatî xezałê

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 4 minutes  512 views
sê řoj ke têpeřî hełsita
ço berdemî las û řadewesta
deygut kewe min deřom elêre
řoyşte bo me lêre xêre
çûn pîşe û karekem geřane
řizqim le geřan û henderane
cêga nîye ger emin wemênim
derwêşim û şit wedes dehênim
jînim le geřanda bijîwim
bo naye, ke neçme der le dîwim
řêwî ke geřoke, şêr nûstû
wek yek nîye basin xo le her dû
tałûke eger dekem bibûre
ey gewre bizane řêge dûre
hewłî ke neda lelayî barî
kê pare û pûłî bo debarî?
lew şêxe ke las ew witey bîst
hênayî be kîse lîre duwîst
dû kîseyî piř telayî sûre
wêy da gutî ey bira bibûre
bêtû ke le kin we ewhekem bê
to memke le henderane zembê
bimbexşe ewende xo kemîşe
teşwê mede to be řiq le řîşe
ewřo her ewem le dest daye
lêm wergire gerçî bê behaye
mensûr ke lew dem û zemane
herwa degeřawe bo behane
zanî kewe bexşişêkî zore
byanuyî be las egirt û tora
xoy qełs dekird û mû girj bû
wek dêw û dirinc řû tirş bû
axêkî wehayî hełdekêşa
cergî degeł ew henase êşa
deygut ewe małe mezne waye?
ey quř beser ew kesey gedaye
řêgey dekewête layî lasî
dest û diłî ew demey denasî
bê nane hemîşe ew miroye
bo çake humêdî ger be toye
bo îre lebo şitî dehatim
her ew heye mûçe û beratem?
teḧḧa le ber ew hemo xełate
demdatê serokî ew wiłate
ew gundeye gewre nêw wêran
řêwî buwe cênşînî şêran
deydawe le las herçî sûke
lew tanew û lew cinêw û tûke
dû kîseyî bo fiřê dedawe
awayî defermû ew belawe
hêndey hey û sed ewende ça bî
hêşta be xezałe şoře nabî
to çî le beraberî ewîda?
nêwit nîye xo le ser zewîda
her bo wîye bexşiş û cuwanî
her bo wîye ’eyş û zîndeganî
meşhûre le nêw xełk beřendî
şîrîntire xo witey le qendî
her ew kiçe ḧatemî zemane
wêney nîye lew zemîne pane
ew ’aleme kwîle bo ewîne
bo mûçe weya le ber ewîne
to nabî be mûyî ser serî wî
bo naçî û bibye meyterî wî?
kîjêke nemamî taze řusqaw
hełkewtuwe diłberî bełek çaw
ew ḧorye taze dêt memkî
xiřkatewe wek behê beşlikî
neykirduwe şû kiçêke mawe
piştî peryanî pê şikawe
katê dekewête duř weşanî
ḧatem huře nageřê zimanî
herdem ke be lence dê le piş mał
boy debnewe law û pîre bê ḧał
ger dêt û deçête der beşengî
wek sûre qułinge terz û řengî
camî ceme bo diłî hejaran
awêneye ew le bo nedaran
min deçmewe kin perî pełk zêř
bo şit, be cewał û tureke û têř
bo debmewe gedayî bałekane?
bo quşe û pûł û bo qiřane
ger bûme be çaweşî xezałê
bexşendeyî zore ew le małê
şoxêke heta biłêy cwane
wek xore le xêłî weysî yane
nîşaneyî ew cuwane ey las
bo êre biřêkî ba bikem bas
girtit ke le bo xezał birke
êranîye xanmî gewrke
wêney ke lewê dedawe lasî
deyxiste tiselan û lêjî kasî
mensûr ewey gut û weřê kewt
las ew deme mat bû debû hewt
tîrêkî wehayî ew wedił kewt
sûta be ewîn her wekû newt
girbûy kiřî ’îşqe çun le yarê
hoşî debřawe ew be carê
be basewe las ebû kesase
tawêkî le xo deçû detasa
şeydayî xezał ebû nedîde
gyan û diłî wew kiçey nebî da
bew ’îşqe diłî hela hela bû
nadîde lewêwe mubtela bû