řoyştinî şêx mensûr bo gundî laseşořê

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  487 views
řojê le hewł şewî beharî
barane begirme ger debarî
ew şêxeyî bê qeraru ḧeyran
řûy nawe le girdiş û le seyran
řoyî le kej û çyayî êranLocation
dêwaneyî xał û dił perêşan
qendîlî berew wiłatî germên
debřî wekû bazî çeng be xwên
serkewt û le paşî çend řojan
řê řoyne geyşte naw pirdan
ço jûr le baregayî lasî
lew menzile kes ewî nenasî
danîşt û ewende řêzî gîra
mandûyî deçû weher le bîre
sê řoj lewê demawe derwêş
laçû le serî pejarew êş
dey fermû be xoyî ew seraye
şaysteyî tawwisî melaye
çen ḧeyfe ke mał û ḧałî awa
nekirêtewe bo xezał dawa
her yayî xezałe bo ke banûy
ew małe debêt û las bê şûy
bo yektirî çakin ew duwane
tawus û hełoyî bałekane
ger ewhe be yek negen heta hem
detwêtewe cerg û dił be werhem
bîrî lewe bû kewa be lasî
çon ew kiçe naskey binasî?
lew małeye ew bika be kaban
kar’aske şareza be daban
deygut ke debê hewł bidem zor
ta yek kewn ew sitêrew xor
basê le xezał ekem be fêłê
bo lasî zemane ger bihêłê
bew fikire tilî dedawe derwêş
deykird hezar core endêş