’aşiqibûnî las be xezał û winbûnî mensûr û sikałay las le des zemane
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
2 minutes
767 views
ew şêxe le las wa debû win
wek berd bikewête gomî bê bin
las ew deme gêj û ber bełabû
mensûrî gerêde ger nemabû
neydî ke le baregaye mensûr
zanî ke firîwe pîre peřkûr
deygut bike çarem ey xudaye
ew derde girane bê dewaye
tîrê le ewînî nadyarî
kirdûye ewa le las karî
wey çende birînî ew be jane
sendûye le bendenim gyane
ew ẍûle be barî ẍem dehêna
deyřişte diłî mele û şuwêne
ḧewdałim ewa le duyî ask
şuwênî nîye xo le kêw û bask
bo gewherî nadyar û peyda
çon hestim û xo bixem le derya?
dyarî nîye yarekem çilone?
wek qumrîye ya deçê le sone?
danîştuyî ẍare ya le gunde?
însane, peřende? ya ecnide?
wêney perî yan bê nîşane?
ya řoje le jûrî asmane?
ya ḧorye cêgekey beheşte?
ya mamzî dim xiřaw û deşte?
mêlaqe gułêkî ẍunçe sûre
ẍîlman û firîşte yane nûre?
teyrî řeweke le deşt û baxan?
ya baze le lutke kêw û şaxan?
destî minî key dega be daman?
dawî nîye ew meley xeraman
hêlaneyî berze teyrî nexşîn
bo ew mele her debê bikem şîn
çibkem nîye bo me řê û çare
lew řêgewe dił kirawe pare
karim ke be pare bo kiraba
derdê nebû ger be bî dewaba
demdayewe hewł ewende ta yar
dekřawe be puł û pare ewcar
demkirde dewayî derdî dûrî
dedra be henaw û dił sebûrî
nabînmewe yar û ẍemřewênê
řîşey ẍeme ger le dił derênê
bo las biçête her şuwênê
ta bełgeyî lew xezałe bênê
bew řaz û nyaze dûre lase
deykird le kêw û kej pyase
bo nałe be şew debû be bulbul
deydawe be řoj ew le kej xul
meylî nebû hełu řê le małê
ezret be pyase bû le yałê
ew zameye sûřî bew dedawe
bew derde girane her demawe
bo las nebû kes ew zemanî
mełbendî gewirk pê bizanî
ew lawe gewrkî her nedîbû
lew xakeye řimbî dił çeqîbû
cacoye ewende dił be ẍem bû
sozî diłî ew cuwane şem bû