bîrêk le seretay dirustibûn

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  743 views
řojê se’atê ber le mirdinit
ber le demî xak be ser kirdinit
biřo le cêyek bêdeng û sirwe
parçey efkarî mufîd bidrwe
tê fikire yek yek her le nefsî xot
le weḧşî seḧra ta ḧeywanî dot
le dar û le berd le aw le hewa
le asman û ewey wa lewa
ger şûşey ’eqił û şi’ur neřêjî
şerbetî şehdî îman eçêjî
le nefsî xoto biřo berewjûr
şerîf le řeşîd, řeşîd le ẍefûr
em «tislisilArabic» e zorî pê nawê
hemû eçnewe ser jin û pyawê
her weha weḧşî û ḧeywanatî dê
be nêr û mêye nîhayetyan dê
sebebî çî bû le yek mekana
dû dû dirust bûn le yek zemana
pêm biłê boçî wekû yekem car
cige le dû dûy zû be « astimrarArabic»
em erze nebû be kargay îcad
bo new’î ḧeywan ya ademîzad
ew bo zû nebû emî tirî dêr
eme bo mê bû ewî tirî nêr
bo peyda nebû emyan le turka
ewyan le nirwîcLocation ya le danmarkaLocation
lew beyna boçî hîçyan nemirdin
manewe le bo «tinasilArabic» kirdin
enwa’î ḧeywan dû dû yek bigrê
endamyan her wek yek dirust bikirê
lût her wekû lût dem be wêney dem
dest û pê wek yek be bê zyad û kem
gwê her ’eynî gwê ser be mîslî ser
e’zay derûnîş hemû wek hî der
her le yek «’izwaArabic» ferqyan xirawe
nêrî bew mêyî bemyan dirawe
ewîş bo «silaḧArabic» yanê zaw û zê
eme bû be nêr ewî tir be mê
ca gwaye îtir le lato keme
ke eme xelqî xway ’aleme