bîrêk le sûdekanî zewî

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  688 views
înca em xake ke way le serî
biřwane le bo sûd û semerî
ewey pêwîste bo wez’î beşer
le newt û le xwê le zîw le zeř
le filzyatArabic herçît pê ewê
têyda mewcûde pekit nakewê
hełqułênî aw lew bin berdane
haje hajî lew şîw û herdane
paş beynê ke dê yek egrê û eřwat
ebê be «şitArabic» ê wek dicle û furat
her le îbtiday xelqî dunyawe
eřwat û pongî nehate dwawe
ya ewe eřwa û meḧu ebêtewe
ya ’eynî ewe dîsan dêtewe
her kamêkî bê tertîbê waye
tedbîrî tenha layeq be xwaye
xak le zeř û zîw, zîw û zeřtire
çun em be pît û xawen feřtire
’insirArabicy zewî ger xak nebwaye
wa nerim û be aw nimnak nebwaye
teła bwaye ya mis ya asin
bê kełk emawe gacût û gasin
em «miḧsulatArabic»e lem deşt û şaxe
em hemû mîwey bêstan û baxe
be awî baran ya xud kanyaw
her yek be wextê boman dête naw
be hoy eweye ke zewî xake
kewabû îtir bizane kake
em tedbîr û tertîbe ’ale
destûrî xway saḧêb celale