ey mîlletî mezlûm

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  602 views
ey mîlletî mezlûm û feqîr û desewestan
bê ’îlim û me’arîf wekû etfalî debistan
ey bê beş û bê behre le azadî û şadî
meḧřûm û ’eqebkewtû wekû kwêr û nequstan
bo bê xeberin dewrî cehalet superî bû
bênûre çiray camî’eyî bade perestan
em tenbełî û ẍefłet û em xewtine ta key
’alem hemû bêdare le xew cumle hełistan
zor ’eybe gelêk ’are ke em qewme necîbe
meşhûr be şeca’et hemû wek řostemî destan
bêḧurmet û meḧkûm û hemû çawberejêrin
bo daxlî û xarcî û pare perestan
em cehil û nîfaq û ḧesed û buẍze heta key
dexulênewe ta key wekû dêwane û mestan
bîşonewe pêm çake be sabûnî sedaqet
em çiłkî nîfaqe le dem û çaw û le destan
îqdam û qyamêkî biken mewqî’î kare
her bo meye tenha ke behar bote zimistan
xar û xesî zîllet le řeg û řîşe derênin
bîken be guł û gułşen û gułzar û gułistan
her bo meye xwênî ciger û mîḧnet û tałî
bo ecnebîye nî’metî şehd û şekeristan
ewřo le finûn û huner û ’îlim û senay’
her kurde ke bêḧîsseye baqî hemû westan
biřwane be nûrî huner û şem’î me’arîf
tarîke şewîş řewşene bote qemeristan
gwê bigre le řadyo ke be yek sanye dênê
bas û xeberî lenden û parîs û lehîstan
bê ’îlmî sebeb bû ke be xořayî le dest çû
mîsir û ḧebeş û şam û ’êřaq û ’eřebistan
însafe îtir besyetî em cehil û nîfaqe
dinyat ke nema dînekeşt řoyî le destan
şa’îr were qurbanî qerîḧe û qełemit bim
bînûse le bo akire û amêd û luřistan
bawendî û sencabî û afaqî cinûbî
bo kurdî peřagende le germên û le kwêstan
bo mîlletî bêçareyî bê saḧîb û serdar
bexsûs tebeqey kurdî ’êřaq û ’ecemistan
bo atye fikirêkî biken firsete ewřo
ta key debne çawleber û aletî destan