’ebayêkim hebû

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 4 minutes  593 views
’ebayêkim hebû emma ’ebayêkî gelê ça bû
xełatî ḧezretî şêx yadgarî lutfî mewla bû
le nêw ehlî terîqetda lîbasêkî muqeddes bû
lekin erbabî me’nî mezherî nûrî tecella bû
le ḧedid û řesmî tamî çûnke ’aciz bû, qełem nûsî
be sen’et karî şam û surmekarî tûrî sîna bû
eger çî karî ustadanî sen’et bû le waqî’da
nimûney «sundus» û «îstebreq»y fîrdewsî e’la bû
meta’êk bû heta ewřo le fabrîkî ’ebabafî
be tesdîqî museddîq mufředêkî lamusenna bû
peřawêzî muteřřez bû be sîmî safî mînayî
şemame û şemseyî ceyb û ber û doşî mutella bû
kenar û ḧaşîyey şanî be xettî sewzî řeyḧanî
be «hiza aḧsin almilbusArabic» menqûş û muḧeşşa bû
be şikił û sûřetî xalîs le te’lîmatî oqlîdos
hemû hewday îşaratî le ’îlmî îbnî sînaPerson
leser teḧqîqî kemim û keyf û wezi’ û cîsim û te’lîmî
le beynî feylesûfanî urûpa ceng û de’wa bû
piřofsorî tebî’î her’ewendey bo muḧeqqeq bû
ke cîsmêkî muřekkeb hem le sûřet hem heyûla bû
le nêw şagirdekanî mektebî ’îlim û senay’da
leser lewḧey huner sermeşqî te’lîm û temaşa bû
leber îzharî qudret ger nebaye îxtira’î ew
be ḧukmî eqłî kul xarîc le fikirî ehlî dinya bû
le lam wabû meḧałe înqilabî ’eyn û mahîyet
ke têfkirîm ’ebakem kaşfî sîřřî mu’emma bû
be řoj qalîçe û şew pêxefim bû ew ’eba çake
le wextî nwêj û ta’et ’eynî bermał û musella bû
be çetir û sayeban û agir û kursî nebû karim
be zistan û be hawîn laberî serma û germa bû
egerçî nêwî min «me’řûf»e her katê ke dempoşî
muxateb bûm be ḧezret, nawî min qurban û aẍa bû
bełê îsmî ’eba bû sûřeten emma le me’nada
wekû xêrî xuda wabû ’esayî destî mûsa bû
be çawî piř le esrîn û esef ewřom temaşa kird
wekû nescul’enakîb yanî îsmî bê musemma bû
be nûkî neşterî pîrî wekû min cergî kun kun bû
qełiştî aşyaney ’eqreb û mar û řuteyla bû
le hewrî matemî erbabî fuqdanî kerem dîtim
be befrî ẍem hemû gyanî be wêney yeddî beyza bû
temaḧim bû binûsim bo cebûn aẍay seqîl başî
egerçî qeyser û dara nebû qařûn û dara bû
serî’en quweyî ’eqłîye peyda bû gutî ẍafił
ewê řojê ke adem cennetulfîrdewsî me’wa bû
leber nutfey seqîl û mumsîk û eşxasî dûn hîmmet
be xişił û zîwerî «qilna ahbitu minha» muḧella bû
ewey to pêt huma bû min ke çûm û îmtîḧanim kird
egerçî kundeşaxî bû şebîhî teyrî ’îsa bû
le tirsî nûrî quwey berq û ře’dî ayetî «atwa»
meqam û menziłî me’lûmî ’îlmî ḧeq te’ala bû
le xofî leşkirî sułtanî mensûrî «fila tinhirArabic»
gehê teḧtessera bû meskenî, carê sûřeyya bû
binûse bo cenabî muhtedî «ya ayha alhadîArabic»
’erûsî fîkirî bîkirim serdemêkî şox û ře’na bû
ke dîm her bařekełła û aferîne cayzey şê’irim
kerem kibrîtî eḧmer, zulmekarîm bałî ’enqa bû
le gułzarî edeb bulbul musawî bû legeł bûma
seday zaẍ û zeẍen her wek çirîkey bazî şehla bû
ewa min çûme kunc û zawyey hîcran û xamoşî
be qewlî ehlî me’na înqîta’ az «maswî alilhArabic» bû
feqet ewřo be yadî qendî lutifit tûtîy teb’im
be ahengî ḧîcazî û leḧnî dawwidî şekerxa bû