şîn bo xemîn

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  507 views
řoyî ew bulbulî baẍî melekût
’alim û honer û ’arf be sibût
fire kêşawîye meynet bo kurd
qet hedadanî nebû takû mird
ey demim bişkê, kutim mird?! mawe
xewtuwe, tozê wenewzî dawe
herbîna řabê le xew dûbare
têbkoşêtewe bo ew kare
yanî her bo gelî xoy têkoşê
kemukûřî gelekey dapoşê
namrê pyawî xudalêxoşbû
zahîrî řoyî, le pêş çawan çû
«şêx ’elîPerson» kake, «xemînPerson»y şoret
temenî kem bû, bełam bê mołet
ecelî hat û gułî ’umrî řifand
’alemêkî be ẍem û ẍusse mirand
xawenî sifre û xwan bû, řoyî
hawdemî pîr û cewan bû, řoyî
řewneqî honerekan her ew bû
xoşî awatî diłan her ew bû
êste «awatPen name» be tenê mawetewe
netewî, dawî le řêy nawetewe
herbîna pêwebû ew bêçare
hate xizmet to «’elî» gyan! dyare
çi bika? najî bebê to taze
dûr le to kewtuwe, zor bê naze
jînî çî, şa’îrî çî, hawdemî çî?
’umir eger mabê le zor û kemî çî?
honerêk bûm û le şê’ra zał bûm
bê to mat û le zimanim lał bûm
to minîşt wekû xo bê deng kird
bê wite û bê huner û bê řeng kird
lêreda dwayî dehênim be witar
kwa witarim heye? kwa sebir û qerar?