wek mesnewî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  533 views
bibye lew qamîşe, çonit pê dełê
pêt dełê xêra be sozî min hełê
sozî min, sozî diłêke agirîn
agirêke zor betîn, pişkoy ewîn
her piřîşkêkî debirjênê diłêk
her biłêsêkî depşikiwênê gułêk
bendibende nêw derûnî piř zûxaw
wişk û řeq, endamî dił têda nemaw
dił lewê řoyî be yadî diłberî
diłberêkî şox û şengî wek perî
herkesê derdî ewînî çeştuwe
şerbetî mergî be lêwan miştuwe
her be ax û daxewe detlêtewe
şêt û petyare le kêw dexulêtewe
herwekû mecnûnî małwêrane ew
řoj û şew bêçare, sergerdane ew
herke bîstî dengî bilwêrî şwan
bestî xêrayek kemer bo řêy neman
řêge çî? piř diřk û dał û berd û çêw
her serewjûr û serewjêr, şax û kêw
çał û çoł û piř metirsî û muşkîlat
labela û hełdêr û řêy hat û nehat
to «îmamîPen name»! çake her bixulêyewe
herwekû şem hełbîy û bitwêyewe