sitayşî xuda

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  671 views
(mirẍan çimin be hir sibaḧîPersian
xwanind tu ra be astilaḧîPersian)
emnîş wekû wan be ah serdî
zîkirit dekem û mediḧ be kurdî
ey xalîqî zulcelalî yekta
wey řazqî xelqî beřiř û derya!
bo xatrî em berî beyane
bo xatrî nałeyî şewane
karim hemû xwar û xêç û nacor
zexmim hemû kewte êş û nasor
řeḧmê bike zû be ahî serdim
bînêre xuda, dewayî derdim
lay to nebê, qate merhemî dił
lutifit nebê, mate bextî «kamiłPen name»
bê hewrî kerem çemen xemoşe
bê barşî ew, semen nexoşe
ḧel nakirê muşkîlî diłî ew
pênakenê xunçeyî gułî ew
bo xatrî ewkesey ke nardit
bo de’wetî çake xot sipardit
bêdar bike tal’î xewałûm
tîmar bike qelbî pîs û mesmûm
beḧrî keremit ke hate cunbiş
tofane, nimêkî wextî bexşiş
sed nûḧ be mewcê seringûne
sed keştî ewî têya zebûne
qetrêkî kîfayetî seẍîran
cur’êkî bese lebo kebîran