ewpeřî kurdayetî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  757 views
demêk be basî kurd nekirêtewe
witey xoşî ew negêřêtewe
sipasî lawan bew nebřêtewe
wełamî kurdî pê nedrêtewe
ew dem û lêwe yařebî řeq bê
pûkî dařzê, didanî leq bê
çawê neřêjê kilî xembarî
nejyênêtewe kanî beharî
firmêskî sûrî lê nebê carî
hełnequłê xwênî diłî hejarî
ew çawe yaxwa piřî ken le xwê
wenewz neda, satê nesrewê
destê nenûsê govarî mêjû
nenûsê be xwên, zebruzengî zû
nexatewe bîr katî řabirdû
zordarî dujmin nexatewe řû
ew pîle yaxwa le binřa derê
le nînokîřa biřzê ta serê
şanê hełnegrê çekî řizgarî
şan le şan neda zor be wişyarî
kołepşitî çek nebête barî
dengî tifengî negate şarî
yaxwa cidew bê ew şan û mile!
yařebî koł bê ew dest û pile
ew pêye neçê xêra berew pêş
berew sendinî tołey of û êş
mandû nebêt û hemûy nebê řêş
le řêy xebata nebête derwêş
ba her le kotda biřzê ew pêye
bûnî pêy bê kar pûçe, bê cêye