bo xoşewîstî xwa

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  654 views
ey bedenit pake wekû řoḧî pak!
řoḧe serapa bedenit; řoḧ fîdak!
kê bû ẍemî ummetî xoy xwardibû?
koşk û qełay kafrî řûxandibû?
kê bû quřeyşî û mekeyî têk şikand?
dawî le řêgey gelî xoy hełpisand?
kê bû şeqî kird be îşare qemer?
secdeyî bo kird be dił û daw şecer?
kê bû le paş řêber û pêẍemberan
hat û buwe řahnumay řehberan?
kê bû ke tey kirdibû ḧewt asman
takû geyşte sefî keřřûbyan?
peykî emîn bû lewê girtî meqer
’erzî dekird: řêm nîye xeyrulbeşer!
têpeřî lew cêge be ’ezmî ḧuzûr
geyye ḧuzûr û buwe keyf û sirûr
cînin û beşer kewtine řeqis û sema
yek le ’erz, hêndê le ewcî sema
toy be xuda eḧmedî muxtarî me
bê to be ayet feşele karî me
ey bedenit pake wekû gyanî pak!
řoḧe serapa bedenit, řoḧ fîdak!