bulbulî aware

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  628 views
ey teyrî diłî weḧşî! ta kengê perêşanî?
ta key be hewes defřî? meftûnî gułistanî?!
herçende beharit dî, emma çi beharêke?
bê zemzemeye bezmî, bê řewneqe bustanî
guł katî xezanî hat, bulbul hemû awaren
awazî ḧezînî ney, gwê bigre le însanî
şew bonî nîye şewbo, bulbul be temay çî bê?
hełnîşê be ummêdî xunçêkî sibeynanî
guł bote diřû, qewlîş pak bûne diro emsał
kwa yarî wefadarim, dest û diłî caranî?
řeḧmet le ẍem û derdim, bew duwane emin nasîm
pakî kesukarî xom, yarî be mesel gyanî
daxo le çi layêke ew yarî ke řûxoşe
gwêçkey felekî keř kird, kwa komek û îḧsanî?
kwa ne’reyî şêraney lem kate ke damawim?
lem beḧre ke xinkawim kwa hîmmetî caranî?
toxwa biłê bew şexse, caran ke dehat deykut:!
min yarî wefadarim, destî min û damanî!
emřoke giłołey min kewtote serewlêjî
hîçkes nîye xas bêjî, ta xo keme qurbanî
xêrayekî hestê bê, pyawane, min û dił zû
lem gêj û xulî çerxe derbênê be asanî
hîçkes nîye hawarka «kamîlPen name» le çi layêke
bo kwê çuwe bêçare? kwan hemdem û yaranî?