mencełî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  841 views
wekuł hat mencełî dił, desbecê ey dîde giryanê!
debê biřjênî axir, çawekem! duřřê be damanê
le sayey sozî dił emřoke çawim hênd diławaye
le gewher piř deka ew, dest û koşî her musułmanê
emin xo koşî xom piřkirduwe, hełnagrê çîdî
cehennem! ey řeqîbî bedmezeb, toş koşî xot danê
ke çawim bote gomî xwên û xwê, pirsîm le hawderdê
legeł derya kutî bestûyetî çaw merc û peymanê
ke «kamîlPen name» xwên debarênê le çaw, ey bêwefa yarim!
ḧekîmî derdî wî her toy; kerem ke toze dermanê