sozî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  809 views
be tenya gyanekem! sozî diłim perwane deyzanê
xemî dił bulbulêkî bê guł û bê lane deyzanê
weha pabendî biskî şêt û pêtim, bê xeber mawim
le xom û ḧał û bałim, ḧałî min dêwane deyzanê
le řazî biskî piř pêç wixemî, ’alem serasîmen
dezanî ew telesme mûbemû her şane deyzanê?
mepirsin dostan! hergîz le ḧałî destizedem, çunke
le xom min bê hewałim, ḧałî min canane deyzanê
îmamîPen name nawî gewre û şarî wêrane ke têfkirî
le me’nay şê’rekanî her diłî wêrane deyzanê