şabaz

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  645 views
ey seyîdî ka’înat û cêy şanazî!
zêde le peyamberan eto şabazî
em nokerî xakî pakî berderk û derit
pařawe le lat, nehate cê daxwazî
gepcařî hemû kes û le berçaw kewtû
firyay nekewî, nemawe poz û nazî
nałêm minî şermesar biłindim be neseb
serşořim emin, eto biłindiperwazî
bo xwarê demê nezer bifermû, qurban!
to xawenî şeqqulqemer û î’cazî
ba hestimewe, le gêj û xul bême derê
î’caze feqîrî wekû min binwazî
nałêm gileyîm heye, emin qabîlî çîm?
nazî heye «kamîlPen name»t, eger to řazî