bo şehîdanî bane

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  705 views
nîştiman emřoke řeşpoşî şehîdî baneye
daẍdarî kirdewey ew deste xwênřêjaneye
bo şehîdî şarî bane pîr û law giryanye
nîştiman emsałeke bo lawekan gořxaneye
kurdekan! ey gurdekan! ey lawî piřhêz û qewet!
řojî tołey xwênî ew cûte şehîde cwaneye
nîştiman bangû deka: ey řołekey kawey nebez!
werne meydan, katî piřdan û şeřî pyawaneye
herkesê bo sendinî tołe le meydan ḧazre
nêwî ew her qaremane û merdî ew meydaneye
ba biřoyn, pêy nawê îtir bîrî dahatû bikeyn
tang û topî řijîmî şay bê şerim hembaneye