tobe

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  1000 views
wa’îzê deygut kesê zana bê, tobey kirduwe
dił be we’zî wa keçî, tobey le tobey kirduwe
ew dełê dûr be le yarî şox û şeng û nazenîn
dûr le yar şête kesê we’zî le gwêçkey girtuwe
her kesê boy des bida satê le amêzî girê
ta le dunyada dejî, diłxoşe, oxey kirduwe
min şewêkî girtime amêz, keçî zeynim ke da
wa řeqîbî bedmezeb lewlawe kuşmey kirduwe
têkî da ’eyşim, şikandî hem diłim, hem pyałekem
maweyek bû mařze lêm řûn bû, sosey kirduwe
wa’îz û sofî û řeqîb hersê legeł min dujminin
xase mam sofî le karî ême řexney kirduwe
dił wekû teyre ke dête derkî yar, sofî dełê
bîkujin, weyşûm le ser wêrane laney kirduwe
kundebû boxoyetî bew řîşewe, bew tîşewe
řîşekey tîşey, hezar dest û pelî pey kirduwe
herkesêkî ger ewîndar û birîndar bê dełê:
sofyanî řîş dirêj, xwênyan le kasey kirduwe
bo «îmamîPen name» wa’îz û sofî û řeqîb ferqî nîye
dił be dest ew syanewe gwêt lêye, wey wey kirduwe