derdî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  924 views
piştim be barî mînnetî xełkî cidew buwe
destî qezaş le min derî ummêdî bestuwe
ta key biřome êr û ewê, nesrewm demê?
ta key ecel be sebir û mudaraye, nustuwe?
yaxwa milî şikê, wexeber naye mařze!
daxwa be dax û derdewe kêy dîşî xistuwe?
çerxî felek ke pîrejnêke hezar sał
řîsî hezar «kamîlPen name» û ferhadPersony řistuwe