şûşey dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  762 views
ke hêmin řoyî, şûşey dił şikawe
nemawe taqetim, hêzim biřawe
ewêsteş her le ber çawane wênet
mełê abřû le çawdaye, tikawe
tikabêtîş, le ber pête gilênem
wiřênet bodeka çawim le lawe
ne tenya şûşekey dił kewt û çiřja
nemamî baẍî jînîşim çemawe
be mergî to pyałey ’eyş û noşim
le sed cê dirzî dawe, lêm řijawe
le sara wu kej û ko şwênî toye
bełam derkî hemû kes daxrawe
le hîç layek seda nayête gwêy min
dełêy ḧeşre û kesê îtir nemawe
le kwêstanîş nemawe çîẍ û çadir
dełêy xawen pezîş tawłî diřawe
be giryanî semaş kwêstan xizîwe
le her layêkî sêław têy xizawe
le kurd û kurdewarî û nîştimanim
çi hîwa wu humêdêkim nemawe
be honrawe xeyałî tewnî xom kird
keçî řîsim le sed cêwe pisawe
teşî nexulawe bextî min be lawî
ke kirjî ba bida, ca boye xawe
be mergî to bû «awatPen name» bote pûşêk
le gomîşî bixey, termî ser’awe