tîr û kewan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  737 views
ew nêrgisî piřfîtne û şore çi beqîne!
çend mest û çi xummar û çi ’eyyar û betîne!
ebroy ke le ser çawye, biřwa bike çawim!
ew her le kewankêşîy û em her le kemîne
ey min be fîday xawenî ew tîr û kewane!
herçend ke diłim karî hemû zam û birîne
ey dił! mebe derbendî ẍemî nawkî ẍemzey
sařêje birîn, mewqî’î azadîy û jîne
yanî ke le jêr sayeyî zulfî şewezengî
řoj derdekewê, karî xuday gewre bibîne
lem keşmekeşî tîr û kewan, çaw û biroye
dîm řeḧmetî ḧeq nazłe, zanîm be qerîne
«kamîlPen name» wekû teyrêkî behar dêtewe kwêstan
hatotewe em kêw û kej û mezre’e şîne