gware

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  899 views
çîye gware be gwê hełtawesîwe?
serewjêr û mu’elleq lew nedîwe
ze’îf û bêkes û bê yar û hawdem
bebê deng û seda herwek hetîwe
be gwê gîrawe wa zerd hełgeřawe?
weya lew derkubane gwêt biřîwe?
le tirsî marî zulifit hełdelerzê
leboye zerd û zar û řaçenîwe
’ecayb gîrî kird lew cêge sexte
becêmawe be tenya lew pesîwe
be gwê hełtawesîwe ew nefame
keçî pêy waye to bo gwêt kiřîwe!