ḧasłî min

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  675 views
wey ke her katê şîn bibê gułî min
ke bipşikiwê, çi xoş debê diłî min
řabwestin heta degate behar
ca debînin gułîş le ser giłî min
ewkeřet kîjukał le min pirsin
têdegen baş ke qebre menziłî min
menziłî çî? piře le xîz û berd
pakî her diřkudałe baxełî min
kesê biçnê gułêk le ser gořim
hełdeçê zû le destî pêkułî min
berhemî sałyanekem pirsin
serî xerman cefaye ḧasłî min
min be «awatPen name»y xomewe sûtam
daxo kengê biłind bê meşqełî min