tînûy şewaw

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  658 views
xizmîne! wekobin ke eger ’aqił û pyawin
bîrê le kesukar û ke mirdûn û nemawin
kwa yar û řefîq û kesukar, dayk û babû
çon řoyîn û kwê çûn û çi bû piřş û biławin?
êweş wekû ew ’aleme řoyn le seferdan
herkatêkû zanî ke le naw cengeyî dawin
êsteş ke xeyałû le serupirçî biławe
baş tê bigen ew bîr û xeyałe hemû xawin
her gya û gułûkatêkî debînin, hemû e’zan
dest û ser û pê û çanege wu zare şikawin
şîn bûn le zewî û baẍ û çemen, coge wu cobar
řêk daẍ le diłn, çunke le hawałê biřawin
ew nêrgisî bonxoş ke řwawin le derudeşt
nêrgis nîye, biřwane; be dîtin wekû çawin
çawê dexşênin le kuřukałî wiłatê
yanî hemû petyare wekû biłqî ser’awin
ew sûregułî geş ke dyarin le kej û ko
guł nîn û hemû xwênî geşî lawe, řijawin
swêsin ke le pêş çaw gułî sersewz û cwan bû
zarêk û zimanêkî cwan bûn û dwawin
ew serwe bejin berze û sersewze cwane
bejin û qed û bałan û be řûsûrî jyawin
ew bejne biłindane be hoy awî ewîn bû
çend mawe le baẍ man û keçî her neçemawin
biřwane wenewşe dedrewşê be diruşmê
biskêkî perêşane ke zor şane kirawin
bulbul! min û to ’aşiqî xunçey wekû zarîn
pênakenê boman ke şewê aw nedrawin
ewşo were ba pêkewe bigrîn le gułûkat
çunke gułî baẍî hemû tînûyî şewawin