destî mandû û zigî birsî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  718 views
debê bigrîm, binałênim, heta hem
be dił bikułêm û bigrîm her wekû şem
bibarênim le çaw firmêskî germim
le dawênim bikem koşê xem û nem
le ser zig çonî danêm destî mandû!
zigî têrim nîye, birsîm hemû dem
dem û jem xem dexom û xem denoşim
be xorak û be xew diłxoşî nakem
bełay lêda le xurd û xwardinî wa
weřez bûm min le jînî hênde ḧestem
çilon bifiřim, peřupom hełwerîwe!
çilon xoł kem be serda, deste bestem!
be destî kê bikem xakê be serda!
le dewrem ceẍzî kêşawe mij û tem
xudaye! to ḧekîmî bom binêre
deway derdim, le zor zor û le kem kem
kem û zorit le laye û zor û çake
hemû řeḧme û kerem, her lutfe sercem