derwêşim û diłřêşim

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  634 views
derwêşim û diłřêşim, dêwanem û bê lanem
wek kundim û hełnîştûy, kawlaşim û wêranem
bê daykim û bê babim, bê mam û bira mawim
lem axrî ’umremda, wa dyare ke taqanem
cê û mewtenî min pirsin: her çolge wu saraye
mecnûnim û sergerdan, lew benden û şaxanem
bêçare û damawim, xembar û perêşanim
wek biskî perêşanim, herwa be temay şanem
ta başî biławka lêk, endamî lekarkewtûm
babirdeyî ew deşt û sara û byabanem
wek bulbulî nesrewtû, her tawe le darêkim
her kate le barêkim, bo ew diłe biryanem
kewtûme nefestengî, wek kew le qefesda bê
leşme qefesim emma, bê awim û bê danem
bew ḧałetewe seyre, ’aşiq be qed û bałam
kujrawî ber û bermûr, gîrodeyî lerzanem
bew bendî ewêstakem, me’lûm buwe lay ’alem
nêw taqmeyî honer, tenya kuř û taqanem
lay caneweran emřo, qedirim fireye çunke
wek kakî «îmamîPen name» xom, lew kêw û nizaranem