’ezîzî mîsrî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  596 views
dełên gîrawe ewřoke ’ezîzî mîsrî dił, çibkem?
le paş ew min legeł dił, şêt û pêtî wa bekuł çibkem?
ewe cwan û ciḧêł û pak û xawên, boçî gîrawe!
minî pîr û peşîman û gunehkar û xecił çibkem?
nemawe baẍ û řaẍ û řewneqî seḧra, xuda mergê
gułûkat çû leber ew, min le deştî piř çiqił çibkem,
le baẍêkda ke guł řoyî be taracî xezan, ca min
wekû bulbul nesûřêm dar be dar û çił be çił çibkem?
desim hênde hełêna bo temenna, wişk û řeq mawe
lemewla takû mawey jînme bê dest û pil çibkem?
girane derdî dûrî, bem leşe çon hełgirim barî
ze’îf û pîr û bê hêz û qewet, bê şan û mil çibkem?
«îmamîPen name» hêndî xem xward, ’adetî pê girtuwe yařeb!
desûřê bê wiçan, gêje û le derdî çerxuxul çibkem?