çibkem?

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  1104 views
be yadî şem’î řuxsarêkî, dił îḧya nekem çibkem?
be şewqêkî weha çarî şewî yełda nekem çibkem?
wekû mecnûnî mał kawil derudeşt bote me’way min
le ḧeyfî ’aqłan xom şêtî řûy leyla nekem çibkem?
le kořî ’îşq bazana nemawe qedrî řoḧ û ser
wekû perwane bo řûy ew be řoḧ sewda nekem çibkem?
dełên yar xakî berpêy surmeye, bo çawmî dênim
be kwêrayî řeqîbî lamezeb, ey wa nekem çibkem?
be şertê bête lam, şerte serim danêm le pênawî
eger bo gawgerdûn, řoḧ û ser jêr pa nekem çibkem?
le dûrî wî gedam û dête lam wek şa debînim xom
le çûn û hatnî, xom wek geda, wek şa nekem çibkem?
eger ba bonî to bênê «îmamîPen name» wa dełê gyane
ke min řoḧ û serim qurbanî řêgey ba nekem çibkem?