ba bisûtêm

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  703 views
xoşe pêm şem bim, le nêw cerg û diłî şewda bisûtêm
bibme řûnakî řefîqan, xoşim her tenya bisûtêm
ya wekû mecnûnPerson be awrî ’îşqî leylaPerson bêwefakem
lew kej û kêwane wek dêwane wu şeyda bisûtêm
zor lemêje arezûme şewçiray min derkewê, ta
min wekû perwane xêra bêm û bêperwa bisûtêm
bom bida dest sa’etê leyla bigirme baweşî xom
paş nemanim ba le nêw awrî cehennemda bisûtêm
her le tawkewtin heta řojpeř, şewê takû beyanî
wek kebab her qirçeqirçim bê, biła herwa bisûtêm
ba le nêw botey ewînda qał bibim, bitwêmewe baş
lêm geřên toxwa, cehennem! ba bibirjêm ya bisûtêm
nek biłên naqîs bû, xaw bû, honerêkî «kamîlPen name»m min
ba beraber ka legeł îsmim musemma, ba bisûtêm