ḧemdî

(1876-1936)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 27 minutes  1808 views

qaremanî sêhemî meydanî şi’ir le berebabî «saḧêbqiran», pasewanî be xemî xermanî edeb lem dewrey dwayî kurdan. pabendî wirdî me’na be hemû hêzêkewe, diłbendî pêzî qise be hemû tînêkewe. meftûn be fîkirî felsefe le hemû bas û xwasêka, teşbîh perist û xeyał dirust le hemû karubarêka, pestî zemane hemû dem hawřazî řoj û şewî bû, boye giłokî zewqî ke depşikût bonî kizey derûnî şemî bû!. dengî le zengî kiłêse be nirketir buwe bo aw û xakekey, hoşî le şapeřî bałî şehên be hajetir buwe bo hoz û qewmekey. diłî be şi’rî gelê xoş buwe, çunke mêjûye, nemamî newřesî fîkire be awî dîde naştûye!.

şa’rî be dîmenî em base nawî «eḧmed û kuřî fetaḧ begî erazîPerson» ye. fetaḧ beg kuřî ḧacî biraym begî meḧmûd begî saḧêbqirane, em eḧmede birazazay «kurdîPerson» û amozazay «salimPerson» buwe. be dû za egatewe be kurdî, be sê za be salim.

le sałî «1876»y mîladî le şarî suleymanî hatuwete dunyawe. her çende ke le kitêbî «şê’ir û edebyatî kurdî» mamosta «řefêq ḧîlmî» da ełêt «1295» y hîcrî hatuwete dunyawe, bełam min lepaş ewe ke dîwanekeyîm xwêndewe, şi’rêkî xoyîm dest kewt ke basî hatne dunyay xoy eka le «1293» y hîcrîda. dyare eme zortir eçête diłewe, boye bem corem dana. şi’rekey ełê:

geřam bo sałî tarîxî weladetim û ẍerîbim dî
be hîcrî ḧemdî dengî bû, le new «barî ẍemim» dest kewt

«barî ẍemim» tarîxî hatne dunyakeyetî, ke ekate «1293» y hîcrî, we «1876» y mîladî.

binemałey saḧêbqiran pabendî xwêndewarî bûn, wekû çon derbendî şa’rî bûn. le temendî heşt sałîda fetaḧ beg eḧmedî kuřî exate qutabxaney «mela ’ezîzî zelzeleyî» le suleymanîLocation qur’an û kitêbe wirdełekanî lewê xwênduwe. lepaşa eçête ḧucrey «mela se’îd» «xwace fenî» le mizgewtî «’ezîzaẍa» mizgewtî naw bazař. înca çuwete mektebî îbtidayî ta geyştuwete polî yekemî řeşîdîye. bo xwêndinî ’erebî û dînîş hatuçûy mizgewtekanî suleymanî kirduwe. betaybetî le xaneqay «meḧwî» da gelêkî xwênduwe; îtir lepaş emane destî le xwêndin hełgirtuwe. le zemanî turkekana hatuçûy êranî kirduwe. carêkîş çuwete tewrêz. le dewrî ḧikûmetî ’êraqîşda karwanî beẍday buwe. ke îngilîz ’êraqî girtuwe, em yekêk buwe le ajaweçîyekanî dewrî «şêx meḧmûdî şêx se’îd». we bo geyştin be berizbûnewey xakî kurdistan le hatuçûda buwe. ke şêx meḧmûd be dîl kirawe û birawe bo hîndistan cêgey em kej û kêwekan buwe, asmanî dawe be xoya û zewî kirduwe be řayexî. ke şêx meḧmûd hatewe û ḧikûmetî kurdistan damezra em le «1922 - 1923» bû be ře’îsî gumrîk. lepaşa leber řê nekewtin le hendê bîrubaweřda ew myaneyeyan legeł şêx meḧmûdda nema û lêy tekîyewe.

ta em wexte be mał û be gyan û be ziman le pişt şêx meḧmûd bû, bełam lem wexte be dawawe îtir ne!.

ke ḧikûmetî ’êraqî hate pêşewe le 1924 bû be řeysî beledîyey suleymanî û nazrî e’şarî nawçey «surdaşLocation», le 1926da leweş wazî hêna û îtir tuxnî hîç core kar û firmanêkî ḧikûmet nekewt. ta le řojî 12y tişrînî dûhemî 1936 le temenî 60 sałîda be mergî mufacat le şarî suleymanî koçî dwayî kird û le «girdî seywanLocation» nêjrawe. em şi’raney xoy leser berdî mezarekey hełkenrawe:

ḧemdî xwa ekem, bese bo îftîxarî min
dîwanîyan le meclîs eken înîzarî min
yek řûpeřî cwabî su’alî melek eda
dîwanekem kîfayete bo ser mezarî min!

eḧmed beg pyawêkî kełeget û cwan çak, şořeswar û tifengiçî buwe. nawçewanî pan û lûtî tozê dirêj û meylew zil. dû çawî gewre û birokanî lêk cya bûn. dû simêłî zortirî sipî be dirêjayî demî û tozê zyatrîş biřyan ekird, le binewe pan û ta ehate dwayî hatin barîktir ebûnewe. řîşe sipîyekey qełem ekird, řîş û simêłekey cwanîyekî tirî dabû be eḧmed beg. gonakanî pan bûn, demî gewre nebû, çenagey xiř û çałayî jêr lêwî tozê dyar bû. zor teřpoş buwe, kewa û sełte û suxmey leber ekird. zortir diłî be lay taqe û ẍezełda eçû, mişkî û camedaney ebest be serewe. piştênêkî kemî ebest, ta le derewe buwe kiłaşî lepê kirduwe. lem dwayîyeda her kewşî buwe. carcarîş qinderey lepê kirduwe. le qisekirdinda dengêkî nêr û pyawaney hebuwe, le katî qisekirdinda be corê têheł’eçû, pyaw be aşkira eyzanî ke bîr le wişe wişey ekatewe. we be tam û lezetêkewe derî ebřê. betaybetî ke şi’rekanî xoy exwêndewhişořşêkî tirî pê eda. dest biław û mîwanperwer û dîwexangêř buwe řaw û şikar û dîmenî tebî’î zor pê xoş buwe, le xwardinewe dûr nebuwe. xwênî germ bû boye tozê meylî tûřeyî hebû. le jyana zor diłteng bû, legeł eweş ke pyawêkî řûxoş û qise xoş buwe, gelê car ebînra destî exsite jêr çenagey û ekewte deryay xeyałewe, wekû fîkir le nihênî em gerdûne bikatewe!. bo jyan zor be çing buwe.

emênêtewe ser ewe aya çî eḧmed begî han dabê bo ewe bikewête koşî şi’rewe? serçawey îlhamî şi’ir ke çawî perîzadêke, ya çawey serawêke? ya çurtimî řozgarêke? řengibê emane hîçyan nebûbêtin be hoy bizwandinewey telî diłî eḧmed beg, meger emey dwayîyan car car tozê destî têda bûbêt. eḧmed beg le binemałey saḧêbqiran bû, ew giłêneye ke salim û kurdî awî şi’ryan pê xwardibuwewe, le taqî jûrekey eḧmed bigeda her mabuwewe, ke wa bû ebwa emîş bibwaye be şa’ir min nałêm şa’rî mîrate, bełkû ełêm berate. bełam serçawey lezzetî řoḧî ebê bitenêtewe bo weçeş; ca ew weçeye eger amade bû bo wergirtinî werî egrê, egernebû ne. darêk awî edey, em dare liqî lê buwetewe, aweke tenya tozêk le binyaye, her bem toze hendê le liqekan - ba le qefî darekeşewe dûr bin - leber ewe amadey wergirtin xêra le aweke wer’egirin. hendêkîşyan leber bê kełkîyan - ba lêşyewe nizîk bin - ta dêne ewe werî bigirin, aweke wişk ebê!.

eḧmed beg beranber be salim û kurdî awa buwe, çunke amade buwe werî girtuwe, îtir eme ewe nageyenê her çunke ewan şa’ir bûn, ebwaye emîş bibwaye. ewa binaẍeyek hebû înca nizîkkewtinewey le bîrubaweřî meḧwî û hełsûkewtkirdnî le derzixanekey ewda, pałêkî pêwe na bo pêşewe; ewendey pał pêwe na ke emîş wekû ew bikewête xeyałbazî û felsefekarî û şwên me’nay řeq kewtin. bełê eḧmed beg pyawêkî tesewwifî nebuwe, bełam pyawêkî wekû felsefecî wa buwe. řêçkey şi’rekanî eweman pîşan eda ke le gelê lawewe şwên pêy meḧwî hełgirtibê.

agirî tîjtir ke kiłpey send dewrî qewmîyet û nîştimanî bû, eḧmed beg tînû bû be berzî kurdistan, tînû bû bewe ke perdey řeşî namuradî leser dîmenekanî kurdistan labbirêt û perdeyekî ałuwałay cwantirî besera bidrêt. ew dîmenane ke nîşaney bîlbîlekanî çawî eḧmed beg bûbûn û tapokanyan le goşeyekî diłya lengeryan xistibû; be corê lengeryan xistibû ke leber kizî ewan eḧmed beg be dirêjayî jyanî kiz û goşekey tirî diłî perdey matemî beserewe buwe, matemîyekî weha ke xem û endûh û kiftekarî hawřazî der û jûrî bû, we leber hemuwîşya ebwaye xoy řabgirtaye, ba derdedłîşî bikirdaye, her řazî bû be beş, boye nawî şi’rî kird be «ḧemdîPen name».

înca bêyne ser ewe ke qise le hendê le şi’rekanî ḧemdîyewe bikeyn bo ewe bizanîn ḧemdî çe řêgeyekî girtuwe? we le çe core şa’rêk buwe le bazařî edebyatî kurdîda?.

ême ke bimanewê nefsîyetî ḧemdîman bête dest, ew qapîyane ke in û pêy têhawîştuwe, pêwîste êmeyş yeke yeke pêy têhawêjîn û le her yekeyana çend bełgeyek pîşan bideyn, ew wexte betewawî boman der’ekewê ke ḧemdî yekem car le nîştimanî û dûhem car le fîkirî wekû felsefeçêtîda le hemû qapîyekanî tir zyatir tyayana mawetewe. naheqîşb nebuwe ke lem duweda bê, çunke ew le dewrêka jyawe ke dengî zengî qewmîyet le hemû sûçêkewe ziringey ehat; kurdistan letaw cewrî turkan şax û kêwekanî destyan kirdibû be giryan!, ew firmêske wirde wirde bû be awî nemanî tazepêgeyştuwan; ḧemdî yekêk bû lewan ke hat û kewte meydan, kitupiř be diłêkib buryan dengêkî be giryanewe hate ziman û witî:

ey weten, řom û ’ecem muştaqî kurdistante
îftîxarî mîlletî kurd şewketî ’înwante
beste serberzî sibeynan û şewanit mang û řoj
wek nîşanî îftîxarî sing û necmey şante
berq eda û eřjê wekû emwacî gewher çeşmekan
awe, ya řoḧî řewanî çeşmeyî ḧeywante?
awe, ba nûre le ’eksî xor, ke ebrîskêtewe?
ehlî ḧîkmet wa ezanin duřřekanî kante
guł gułî sûr û sipî, xał xałî xakî řeş ełê:
podrey řuxsar û surmey řiştinî çawante
’aşiqî řengî xezanî toye boye dê behar
fesłî hawîn germ û meylî befrekey zistante
boçî ’enbarî zexîrey ka’înate şarezûr?
şehir bazař xwanî mîwane leber mîwante
basî mêwey to dekem boye qełem hatuwete ber
bestekanim besteyî ehlî dił û ’îrfante
bo emey carê beserta pê nenêm efkarî min
ya beser řoyştine, ya ser be ser hîcrante
piłpiłe û lagîreyî zêřînî cwanî qewmî kurd
ziř ziře û piştêneyî berdînî qed şaxante
kurd «kuře kajaw» y lûtî wa biłind kirduwetewe
her wekû şemdînî badîn, arezûy barzante
asman û şaxî berz û setḧî erizit derdexa
małî kurdît û ewe dîwarî ḧewşe û bante
«peykułî» ta qesrî şîrîn řakşawe bê kułî
deştî «qendîlLocation» t dirêje, bo çiraçî «wan» te
«pîremegrûnLocation» tacî şahaney beser berzî fiřand
tem «demawendLocation» dagrê, meḧcûbî «hewramanLocation» te
xetî dîwanî şiksitey gird û lûlî berzî şax
wazîḧe bo serbexoyî, tûřeyî fermante
car be car «ḧemdîPen name» gilet ger lê bika naḧeq nîye
cerde řamegre, nełên xełkî ke canî cante

ême eger be çawêkî wirdibînewe seyrî em şi’rane bikeyn, ekewîne ser ew baweře ke lewpeřî berzîyewe û le kûrey derûnêkî be kułewe hełqulîwin; çunke bêcge lewe ke nawî hendê şwênî benirxî kurdistan bo yadgar le lapeřey tarîxda hêştuwetewe û goşey diłî pê řûn ebêtewe, fîkirî g şa’rêk twanîwyetî mang û řoj bika be nîşan? newek her ewende, bełkû bîka be nîşan bo ser singî beyanî û êwaranî kêwekanî kurdistan lewêwe biçê sitayşî kanyawî bika, le katêkda ke giznigî xor lê eda û birîskeyekî ałtûnî lê ebêtewe û berdekanî nawîşî wekû duř û gewherî kanî gewher edrewşênewe. lepaşa bête ser ewe biłê: beharan ke kwêstanan eçnewe û xał xał ebnewe; pełeye sûr û pełeye řeş û pełeye sipî, ewe bodre û surmey řeş û sipîye bo ser řûmet û çawekanî!. çwar wext lew xakeda be çwar cor boye dêt; çunke behar, ke řengî payîzî xezanit ebînê, řûmetî dar û dewenekan şîftey hatnî xoy eka. her leber germay hawînekeşte ke befrî zistan řûmetî kêwekan fênk ekatewe. çend be tasewe ełê: ziłziłe û piştênî şaxekante ke kurd leber xoşewîstî kirdûye be piłpiłe û lagîrey kêwekanî û cêgey leser bo terxan kirduwe. ḧemdî ke lemane ebêtewe, dênê nîştimanekey be ḧew pênc xiştekî elawênêtewe û le yekemyana seretay ekatewe û ełê:

ey xakî weten, bê fereḧ û zewq û sefa xot
piř ḧadîse, meḧkûmî hemû ḧukmî qeza xot
bazîçeyî ser penceyî erbabî řya xot
bê urdû, bebê zemzemeyî şah û sera xot
sed ah, ke bûyte hedefî derd û beła xot!

lepaşa dîsan eylawênêtewe û ełê: em kurde quřbesere leber cewrî em û ew cilubergî hemû demê ebê bibê be piłas û gwênî! eger eme berî şaristanî bê, herdegeř û kêwekan gelê gelê çatirin lem bangideranî şaristanîyete û çołinşînî zor xoştire lem şarinşînîye. hemû mîlletêkî berz û nizim her yeke bo xoy bû be şitêk, em kurde nebê, be hoy em şaristanî perweranewe řoj be řoj her eçnewe be naxî ’erza!. înca dête ser ’en’enat û xandanî û řabirdûy kurd û biře şi’rekey bem pênc xiştekîye dwayî dênê ke ełê:

hawsê hemû wek dałn û em kurde wek lak
çingyan le cigergahî hemû dawe bebê bak
bê xwêne gułî zerd û ze’îfe wekû xaşak
«ḧemdîPen name» de bipêwe quř û singit bike çak çak

bê qewm û weten, bê şeref û piř be cefa xot

lepaş emane dênê be 28 şi’ir hera benawbangekey «awbarîkLocation» egêřêtewe ke le sałî 1931da şêx meḧmûd penca kesî legeł ebê, fewcê serwaz û ḧewsed polîs abloqeban eden, emîş bem çend swarewe ew leşkire zore tarumar eka. ca eme dastanêkî zor gewrey qewmîye û payey ḧemdî le meydanî çîrokî mêjuwîşda der’exa, seretay be:

ey weten lutfen tewawî ke wiqû’atî mîlel

em meraqe ba neka bo axrî neşrî ’îlel

dest pê eka û be:

řebbî mûy lê bê zimanî, pencekanî hełwerê
her kesê gułşen be derdî gułxenî dozex berê

dwayî pê dênê.

ḧemdî zincîre tercî’bendêkê heye, dwazde bende. em tercî’ bendane mêjûy karesatî ew dewreyetî ke legeł şêx meḧmûd têkçûn û hemû hałuhewałî ew dewreye egêřêtewe. le bendî şeşema şi’rî syazdeyem ełê:

ca’îze bo mîllet û kurdayetî bê řeşbełek
«bacî řeḧme» bê qeza bê nayełê řêk hełpeřîn

em şi’re bêcge lewe, ke le řwałeta zewqêkî edebî heye, felsefeyekî zor nazkîşî têda kirduwete kar, min lam waye cînas û teşbîhî wa sade lem core şitaneda le zimanî kurdîda kem řê kewtuwe ke ewende wişe, ewende me’na bida be destewe.

***

ḧemdî perdeyekî qewmîyet da’edatewe û ekewête naw felsefe û xeyałî çonyetî zemanewe; em biře şi’rey xwarewey wa pîşan eden ke betewawî le çonyetî zeman têgeyştuwe û zor bewrdî yeke yeke derî ebřê û ełê:

eḧwałî em zemane le kayey minał eçê
dunyayekî çe pûçełe, ke le zewqî betał eçê
lem baẍe, her deme ke dega mêwekey ełê:
em kone gumbeze le dûkanî beqał eçê
neqis û kemałî ehlî cîhan mu’teber nîye
her dû muḧeqqeqe ke be destî zewał eçê
geh řoje wa ebê be esîrî «zilamArabic» y şew
geh bedrî kamîle ke be derdî hîlal eçê
îqbał û şûmî tabî’î ’îlim û cehil qet nîye
řêkewte baze emřo, sibeynê le dał eçê
ew newnemame sêberî dwênê le naz ekird
emřo le agiraye, le çîlke û çewał eçê
bê lêwe em cîhane temaşake neyjenî
bînayî kwêre, efseḧî daym le lał eçê
her nałe, wa le burcî celala wekû hîlal
her mahe, wa le kuncî melala le nał eçê
bazařî dehre, qîmetî eşya be cêgeye
mêşê geyşte řûy nîgarê, le xał eçê
dunya henaseye bê neçûbê û nehatbê
ḧałêke bû be çî? ke le ’alem be ḧał eçê
bew ’umrewe ke bûyetî «nûḧPerson» yiş witûyetî:
dunya le řeḧłeta le xewî bê xeyał eçê
biłqî serawe kake, cîhan, tê bifkirê to
bo kes nebû be mał û ne bo kes le mał eçê
xo labden le barî giranî ḧiquqî xełk
binwaře hełgirêke le «feyle» y ḧemał eçê
negbetye ew kese ke ’îzzetî nefsî ’irûc eka
şamî melalî boye le řojî celal eçê
bo nef’e xwaşnasî wi’îbadet řyayîye
teqway em zemane benirxî webał eçê
zortir le bênewa be menafî’ ega ẍenî
em ta bibê tenezûl eka, ew be bał eçê
dengêkî tir êste le ẍeybewe ke hate gwêm
hînde zełałe dengî le dengî «bîlalPerson» eçê
«alḧişirArabic» û «alqyamArabic» ekat û cîhan axre û ełê:
luqmey ḧeramî emřo be nirxî ḧełał eçê

eger ême beřastî û dirustî em biře şi’rey ḧemdî bênîne berçaw temaşay ew cînas û teşbîh û felsefane bikeyn ke tyayana xercî kirduwe, bebê dûdłî ekewîne ser ew baweře ke ḧemdî le barî tefkîr û felsefeda yekêke le şa’re here gewrekanî kurd û awî me’nanasî le badey xeyałata xwarduwetewe...

bełê, lem şi’raneyda heye ke řêçkey yekêkî tirî girtibê, bełam wekû ewe heye, eweş heye ke be cînas û ’îbaretêkî zor cwan basî ewe eka ke zemane îşî wa eka şitî hîç û pûçî wekû nał le bê nirxîda egeyenête asmanî berzî û eyka be mangî yekşewe bo ewe hemû kes pencey bo bikêşê!. we şitî benirx û berzî wekû mangî çwardeş exate sûçî derd û meynetewe û way lê eka wekû nał bê nirxî eka. îtir eme bêcge le cînas û nazkîyek ke lebeynî wişekana heye.

ḧemdî em perdeyeş da’edatewe û ekewête bazařî ẍeramîyatewe. le ẍeramîyatda ême natwanîn le biře şi’rêkî tewawya le řîzî şa’re berzekanî ẍeramîy dabnêyn; çunke yekem leber ewe fîkirî wirdekarî û ’îbaret arayî ewende bałî kêşawe beserya lewaneye eger wîstibêtî qesîdeyekî ẍeramî dabnê le seretawe demî bo birduwe ke çî le naweřast, weya axrewe lêy ladawe û fîkirekey gořawe. dûhem her şitêkî le ẍeramyatda girtibê leber ewe ke zor aşna buwe be fîkirî «meḧwîPerson», xêra, ba be destî xoşî nebûbê gurc le fîkirekey ew têkławî buwe!. ca leber emanen natwanîn qesîdeyekî saẍ pîşan bideyn meger be degmen nebê. bełam eger bêyne ser taqe taqe şi’ir, lam waye le piř me’nayîda kem kes geyandûyete ḧemdî. ewa bo nimûne em biře şi’re ẍeramîyey exeyne pêş çaw:

kê hîlalî dîwe, şeq bê, mahî nexşeb bê be go?
tîflî yarî çaw eka bazî beser kułim û biro
koy yarim pê mede, zahîd be cennet ’alemê
berdebaranim eken çonî bidem gendum be co
min le řêy ’eşqa be pîrî kewtûm wek darî şexis
şaxî umêdim xerîke derbika taze çiro
mujdeyî pişkûtnî weqtê be gułşen da seya
ẍunçe wa têkçûn, be qiř çûn, her be miştê xo be xo
xwênî min ger xot lepêy egrî zerîfe bimkujin
min bisûtênin eger emken be «kil» bo çawî to
bonî ew zułfey be řojî řûtî kird şewbo witî:
min ke şewbo bim emîşim naw ewana řoj bo
basî ew xałe wenewşey mil şikan, bê hoşî kird
xo feqîre lêşî hełnasê bisûtê bênê so
destigahî qudretî taqe ’ecayeb derdexa
em nîgare her le řuştey beřgî gułye, tan û po
’îzzetî nefsî gedayan sifreyî sułtanîye
dûdî ahe, nanî germî «ḧemdîPen name», eşkî aw û do

lebin dest emeşewe ḧemdî ke ekewête basî cînas û wirdekarî her le barî ẍeramyatda yekê le liqe berzekanî xeyałbazî eka be şwênî hêlaney xoy û be şanazîyewe seyrî şa’rekanî tiz û merdim eka. ca leber emeye boye ełê:

xeyałî ’eşqî řûte wa le serma
be řûtî boye nîme bakî serma
le sikma lerzî serdî toye germa
be min naga û negeywe basî germa
di-łî agir be ahî min esûtê
ke çî nałêm le diłta bê eser ma
demêke dił gume, namerd bizanin
lelay ew şoxeye, ya derbeder ma
leber mawey kebabî yare saqî
diłî birjawmî dana leberma
be pîrî yarewe «ḧemdîPen name» bepê çû
be ser naçê eger em care ser ma

dû «serma» le şi’rî yekemda ke cînase, yekemyan wate: serî min, dûhemyan serma... le şi’rî dûhema ełê: leber ewe to legełma sardît, ew sardîyet buwe be lerz û çuwete sikmewe. ca eger germayek le sikma bibê ew lerzeye, xo dyare lerz û germayş pêçewaney yekin, ke wa bû min her nazanim germayî çîye!. hemûyşî leber eweye ke to legełma sardît. le şi’rî pêncema ełê: bełê meygêř bezeyî pyama hatewe û hendê kebabî bo meze naye ber demim, lew kebabey ke paşmawey mezey yarim bû, bełam ke têfkirîm eme diłe birjawekey xom bû ke leber agirî ’eşqî yar bûbû be meze û diłxiwazim kirdibûy be kebab!. le axirda ełê: ewa em care ḧemdî be pêyan çuwe yarewe, bo carî dwayî eger ma û nemird her be pêyan eçê, newek be ser, çunke eger be pêyan çû be şêneyî eçê û zortir xoşî wer’egrê!.

ḧemdî ewende be pêy ’îbaret řêkxistinda geřawe, cwanî me’nay lê gum buwe. em şi’rey dwayî eger bem core me’nay lê bidrêtewe her çende cînas lebeynî wişekanya heye, bełam wa nebê me’nayekî cwan bida be destewe. ke wa bû leber ewe me’nakeş tozê cwan bê ełêyn:

ewa ḧemdî êste be pêyan çuwe be pîr yarewe, bełam eger em care řizgarî bû, ye’nî nemird le xoşî eweda ke yarî çaw pê ekewê, bo carî dwayî beser naçê, her eyka?. eme te’bîrêkî kurdîye, ke ełê: «ew îşe neçuwe biçê, ya hêşta beser neçuwe, ya xemit nebê beser naçê». emîş emey mebeste legeł emeşda dîsan wa nebê hêşta şi’reke me’nayekî cwan bida be destewe!. ḧemdî sitayşêkî «biro» eka ełê:

bałî kêşawe beser ḧusna le dûlawe biro
wek huma geyîye meqamê, pê leser çawe biro

lêreda heta biłêyt fîkirekey nazke û be hemû me’nayek ḧeqî dawe be biro. kem şa’ir twanîwyane bem core basî biro biken û bîken be humayek ke şabałî beser cunîda biław bikatewe û bigate payeyek ke pê leser çaw bêt, eme meger her le dest ḧemdî hatbêt. bełam xêra le şi’rî dwayîda ke ełê:

emrî her qetłe îşarey dił be dû letkirdine
şîrî mîsre, qet le kalana newestawe biro!

egeřêtewe ser ew core sitayşane ke şa’rekanî tir kirdûyane û biro eken be şîr û tîr. eger her le şi’rî yekemda xoy bigirtayewe, be tenya ew şi’rey payeyekî berzî le şi’rî ẍeramîyatda le edebî kurdî bo xoy terxan ekird.

***

ḧemdî em perdeyeş da’edatewe û ekewête wirdekarî û derbiřînî qisey nesteqî zor cwan, lem perdeyeda cêy înkarî nîye ke beriztir şwênî bo xoy le edebî kurdîda dagirtuwe. em perdeye eweman pîşan eda ke ḧemdî zor çewsawey dest jyan buwe, ew dewre ke ewî tya jyawe. ya ew jyane ke ew řaybiwarduwe û tozêke le jyanî têkřayî. hemû kor perdeyekî diłtengî besera kişawe boye qisekanî ew nimûneyekî řabuwařdinî ew dewreye. çunke xoy pêşengî xem û endûh buwe, wekû ełê:

ḧemdî ře’îsî meclîsî derd û ẍeme esef
cêgey dyare dewłetî ew ba cya nebê

yaxud ełê:

giramafonêkî destî zemanem nîme tawanim
ke tarîxî beşer muḧtace gwê bigrê le qawanim

le basî dunyada ke ełê:

tênegeyîwin xełkî dunya wa be řast û çepeda
gałte bem xełke eka, kirdûnye darî helûk

zor be têgeyştuwane ełê: her çend lem babetewe meḧwîş heyetî, bełam hînekey emîş kemtir lew nîye. le barî çonyetî ew řewişt û yasaye ke merdimî leserin ełê:

ḧerfî nasaẍî becêm pê çatre, nekbê cayî saẍ
kase kel bêne le mey piř, xałî nek mînayî saẍ

em şi’rey ewe pîşan eda ke qisey řast û ḧeq bawî nîye û merdim lêy hełdên, ca emîş ełê: ke waye qiseyekî nasaẍî becêm pê çatre newek herzeyekî saẍ. bełê qise eger becê bû ewe ebê saẍ bê, ke çî em kirdûye be nasaẍ, leber ewe çunke ba saẍîş bê madam merdim pêyan xoş nebû hełdên, ke lêy hełhatin becê bû û hîç kełkî nebû. herweha swałetêkî piř le meym pê çatre le mînayekî saẍ ke xałî bê, mebest şikandinî arezuwekeye be mey newek şwênî meyeke, ke meyeke bû, ba le swałeta bêt, xo min mînake naxom, bełkû meyeke exomewe. ḧemdî emey wituwe, bełam leber ewe ewende xoy be şi’rekewe xistuwete ’ezêtewe řêkupêkîyekey le dest derçuwe; le kurdîda nebîsrawe sîfetî dûhem pêş mewsûf bikewê, ke çî em lêreda pêş «nefî» mewsûfekeşî xistuwe!.

em şi’rey çend felsefeyekî wirdî têdaye ke ełê:

şêx û ’edił û ḧakim û keşif û ḧekîm û merḧemet
nebuwe û nabê, bûnî xerqî qa’îde naka be şaz

beřastî em şi’rey ke ełê:

leser hêlkey qemer sîmurẍî gerdûn kiř kewê bełke
hełênê bêçuwe řojêkî munewwertir le řojî řût

le ew peřî cwanîyeweye û hîç şa’rêkî kurd neytiwanîwe em fîkire ẍeramîye bem core derbiřê. lêreda ḧemdî goy hunerî derkirduwe.

em şi’rey ke ełê:

bo le birsa mirdine ḧazir bûn ehlî şeref
çunke nî’met îstekê dedrê be mîqdarî řya

eweman pîşan eda ke her lew serdemewe şîrazey îş û kar leber yek hełpiçřawe.

çon hełnapçiřê ew ke biłê:

jinyetî dunyam be ḧeqqet êste bo saẍ buwetewe
her kesê emřo ke pyawî jin nebê nabê be pyaw

yaxud biłê:

be ’umrî xoy qiseyekî řastî kird şahim ewîş mest bû
witî: wek lazim û melzûme bo gewre diro kirdin

ke ḧemdî emane bibînê naçare em fîkire wirde derbiřê û biłê:

hênd witim: xełke mebin ’eybe ewende dû ziban
wa le daxana şeqî birduwe ziban, buwete dwan

xwa heqe em şi’rey ke ełê:

naqłîşê dar pwazî ta le cînsî xoy nebê
piştî kurd kurdî şikandûye, weha bû her qeder

felsefeyekî cwanî û qiseyekî heta biłêyt řaste.

temaşayekî em fîkire nazke ke basî řeqîb eka û ełê:

řeqîb bo bezmî xełwetman ke hatî
wekû dumeł le cêy nazk deratî

ta êste kes fîkirî bewe neşkawe ke řeqîb be corê pîşan bida ’emelîyen bizanrê nahemware wekû ḧemdî nîşanî dawe û kirduweye be dumełî segbab.

ey em şi’rey ke ełê:

tepłî ser dengî nemawe, sîne her wek def diřa
zułfekanit kewte çingim, eykeme ’ûd û řubab

aya pyaw naxate ser ew biřwaye ke biłê: perdey nazkî xeyałî ḧemdî zewqêkî bêgerdî şa’raneman pîşan eda?

ḧemdî be dû beyt dû fîkirî çend cwanî derbiřîwe ke ełê:

dêne dunyawe be řûtî xełk wekû biçne ḧemam
ẍusłî derçê û derneçê, her derdeçê şah û ẍułam
hatewe lew derçuwane têgeyştûye witî:
xo negořawe zemane êskî tas, êskî ḧemam

em şi’re le neş’e geyandinda parçe zêřêke ke ełê:

wek medîne bê «nebîPerson» bê, ya necef bê bê «’elîPerson»
şarî ẍezneş êste bê «meḧmûde» wek «darîkelîLocation»

bełê parçe zêřêke ke em hemû şwêne dûraney lêk nizîk kirduwetewe û fîkirî şa’raney boyan çuwe.

***

lem şi’ranewe ême ew fîkireyeman le ḧemdîyewe wergirt ke şa’rêkî nîştimanî yuwe le pêşa û le paşa felsefeçî û qise nesteq. lem dû řêçkeyeke payeyekî berzî le edebyatî kurdîda heye.

dîwanêkî be turkî û kurdî û farsî hebuwe le sałî 1334y řomî - ke dewrî îḧtîlal buwe - xanû û kitêyxanekey le suleymanî sûtênrawe, ew dîwaneşî berkewtuwe. lepaş ewe dîwanêkî tirî kurdî pêkewe nawe be xetî xoy, êste lelay binemałekeyetî, we le řûy ewe le ḧuzeyranî 1939 le layen «necmeddîn mela» we le suleymanî nusxeyekî bo ’eqîdî muteqa’îd «muḧemmed ’elî begî kurdî» nûsrawetewe sêhezar û çend şi’rêke.

dîwanekey le sałî 1957 le beẍda le çapxaney es’ed le layen namexaney gelawêj le suleymanî bo carî yekem le çap dirawe.