pîremêrd

(1867-1950)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 27 minutes  2442 views

zełałî dengî zengî serxoşan, be neş’ey mełbend le tavge û taşan, ziringey lerzane û piłpiłey kîjan, têkeł be sozî goranî bêjan, felsefey berzî felsefenasan, bîrî sed terzî xeyałî xasan, pelkezêřêney asmanî xeyał, lenger bixate ser goşey řeşmał, nirkey şêraney nîştimanîyekan, ke deng datewe le asoy kêwan, emane hemû tîşkêkî wirden, nimûney xeyał ew «pîremêrd» en. qaremanî em şwêne nawî «tofêq û kuřî meḧmûd’aẍay kuřî hemzaẍay mesrefe». hemzaẍa «ři’îs aluzra» y «eḧmedpaşa» y axir ḧikumdarî «baban» buwe. tofêq le sałî «1867» y mîladî le şarî suleymanî hatote dunyawe. le temenî ḧew sałîda xirawete qutabxaney «mela ḧiseyne goce» qur’an û kitêbe wirdełekanî lewê tewaw kirduwe, lepaşa eçête ḧucrey «mela se’îdî zelzeleyî»; maweyek lelay ewîş emênêtewe û eçête feqyetî. sereta le mizgewtî xoyan - mizgewtî hemzaẍa - lelay «mela meḧmûd» dest eka be ’erebî xwêndin, be mizgewtekanî suleymanîda esûřêtewe, her bo xwêndinî feqyetî serêkî «bane» ş eda. le ’erebîda ser’ekewê ta dest eka be «sîwtîNamed-Entity» û îtir destî lê heł’egrê û le «1882» da ebê be katbî nifûsî suleymanî, lewewe be «katib zibitNamed-Entity», le sałî dwayî bo katbî emlakî humayûnî le «hełebceLocation». le «1886» da ebê be başkatbî meḧkemey şarbajêř, le «1895» buwe be mu’awin mudîrî «kerbela», bełam niçuwe. le «1898» ke «şêx se’îd» eçê bo turkya emîş legełya eçê, le estemuł le «mabeyn» ebin be mîwanî padşahî. bo sałî dwayî legeł şêx se’îd eçin bo ḧec. lem tarîxewe bû be ḧacî tofêq. lelayen padşay ’usmanîyewe řutbey begyetîşî dirawetê û buwe be «ḧacî tofêq beg». le geřaneweyda le ḧec legeł «se’îd eḧmedî xaneqaPerson» û şa’rî be nawbang «wefayîPerson» - ke le řêy ḧec mirduwe - hawdeng û hawçeng bûn. ke egeřêtewe bo estemuł leber ewe «’êzet paşaPerson»y katbî derbarî şehryarî wełamî ew nameye ke nasreddîn şa be farsî bo sułtan ’ebdulḧemîdî nûsîbû, bemî enûsêtewe û eçête diłyanewe. le «1899» da fermanî şahaney bo der’eçê û ebê be endamî meclîsî ’alî estemułLocation. her lem maweyeda behoy ’êzet paşawe eçête mektebî ḧiqûqîşewe le estemuł. le «1905» ke meşrûtîyet besera dêt û mecalîs têk eçê ta «1908» her le estemuł be meḧamîyetî û derhênanî guvar û řojnamewe xerîk ebê. yekemcar îmtyazî govarî «řesmilî kîtab» wer’egrê. cige lemeş le «1907» da komełêkî kurdî be serokî «şêx ’ebdulqadrî şêx ’ubeydîllaPerson» pêk hatuwe, em yekêk buwe lew de endame esasîyaney ew komełe. řojnameyekî kurdîyan der hênawe nawî «kurd» buwe, îmtyazî be nawî emewe buwe. legeł «fayeq sebrîPerson» řojnamey «misur miḧîtNamed-Entity» yişyan derkirduwe. lem maweyeda nûsînî bo řojnamey «îqdamNamed-Entity» û «serbestîNamed-Entity» le estemuł, we «firhingPersian» û «şifq sirxPersian» le taran enûsî.

le «1909» da ebê be qa’îmqamî «cołemêrgLocation», bem core wezîfe egořîtewe ta le «1918» ebê be muteserrîfî «amasye», le «1920» be ser «ḧełebLocation» da dêtewe bo ’êraq, le pêşa bo beẍda û înca bo suleymanî, ke le nîştimanî azîz seyr eka ewa kwêstanî ser û řûmetî xał xał botewe û leylî bê meylî torawe û îtir aştî nabêtewe, dewrey cwanî dayewe dwawe û nawî «pîrmêrd» y le řoḧî «xwace ’ebdułłaPerson»y ensarîyewe kird be nawî xoy. katê ke dêtewe bo suleymanî řojnamey «jyan» leser ḧîsab û çapxaney «beledîyeNamed-Entity» le 21y kanûnî yekemî «1926» da der’ekira, em îdarekey girt be destewe. le «1934» da îmtyazekey bo xoy wergirt û çapxaneyekî taybetîşî kiřî. le paş derkiranî jimare 553 řojnameke daxra, çend mangêkî pêçû, îmtyazî řojnamey ḧefteyî «jîn» y wergirt û derî kird. bem core destî daye řojnameçîyetîyewe, ta le 19y ḧuzeyray 1950da le temenî 83 sałîda le şarî suleymanî koçî maławayî le ’alemî şi’ir û edeb eka û le girdî «mame yare» -ke kewtote řojełatî şarekewe -leser wesyetî xoy enêjrê û gumezêkî be serewe ekirê. pîremêrd pyawêkî deste pyaw û le tafî cwanîda cwan û çalak û şořeswar, we le hemû dewrêka tifengiçî buwe. serî xiř û nawçewan pan, biroy piř û lêk tirazaw û çaw gewre buwe. lûtî kurt û çenakey xiř, demuçawî dastanî lawçakî dewrî konî egêřayewe, legeł pîrîyekeşda gonakanî zor çał nebûbûn. naw şan û ser sing pan û piř mû bûn. simêłekanî ekewtine ser řîşe sipîye topekey. le dewrî xoyda zor teřpoş buwe. lem axreda qelenderî kirdibû be nîşaney jyanî; leser řewştî şa’rêkî feylesûf lay le ’en’enatî jyan ne ekirdewe; řîşe sipîye topekey ta zorî lê nesendaye, ya zoryan lê nekirdaye, destî lê ne’eda. cilubergekey çaket û pantoł buwe, boyenbaẍîşî ebest, bełam zor şil û şêwaw bû, ta be tewawî kełkyan nebřaye fiřêy ne’edan û çawî lewe nebû ke pak û puxt bin. hawîn û zistan gorewî karwançî kurdaney le pê ekird, eger dunya wişkanî bwaye kiłaşî le pê ekird û gałukêkîşî egirt be destewe, gelê car xoy cilubergekey xoy edûrîyewe. zorî ḧez le xwardemenî ekird. berçaw têr bû, pabendî ’en’enatî dunya nebû. ew jûre ke 26 sał jyanî suleymanî têda řabward le jûrî feylsûfêkî dewrî caranî ekird; şil û şêwaw û peřpût, şipirze û piř durinc. hawîn û zistan her lewêda enust. le xanuwekey - ke nawî nabû «qelenderxaneNamed-Entity» - hemû dem eřbabî qełem û zewq tyaya ko ebûnewe. ke ebû be xêł xewtinan desniwêjêkî eşord, nwêjî ekird û qur’anî exwênd, le paş emane sermeqaley enûsî bo řojnamekey. le derewe qełemêkî kurtî pêbû be endazey dû girê, bewe eynûsî. le jûrewe qełem û dwêtêkî peřpûtî hebû, xetî nûsînî zor xoş buwe, le qise kirdinda gurcugoł nebû. zû tûře ebû û zûyş aşt ebuwewe. hełsukewtî legeł hemû kesêkda ekird. hewênî syaset, weya pyawî řoj bû, pyawêkî beřêz buwe lenaw merdima, pabendî kes nebû, le herke tûře bibwaye qisey pê ewt, be pêy desełat mûçey eda be hijar û lat, nwêjî ekird, le xwardinewe dûr bû, carcar yarî ekird, eyut bo bê taqetî eykem. zor dûrbîn bû, zor geřabû, gelê pyawî gewre û maqûłî dîbû, dastanî konî zor lela bû. xoy bo xoy tarîxêk bû bo mîlletekey. nexoşî şekirî hebû, hîç demparêzîşî ne’ekird, ke nanî exward destî xoy be ser û řîşî pak ekirdewe.

***

aya şi’ir giznigêke le kanî nûrî dawer ke derûnî tarîkî piř tirs û lerze ’alemî nasût ekate meşxełanêk ke nîgarekanî tebî’et lewêda wekû estêre geşekanî asman le paş nîyweşewêkî wekû naweřast mangî hawîn ke dinya leber safî tenha bonî henasey beyan nebê hîçî tirî lêwe naye û lêwe dyar nîye. we bebê ewe perde le beyn ewan û le beyn gilêney çawî korpeyekî şeş manganda bibê ke le bêşkekeda leser pişt řayankêşawe, destekanî le desrazekewe der hênawe, bew pencaney yarî legeł tîşkekda eka û be çawîşî çawşarkê legeł cirîwe cirîwî estêrekan!. aya şi’ir ew giznigeye lew nûre? le ser ew diłe? lew dûre? yan: şiney nermebay şepolî deryay ew ’eşqeye ke guławî řûmetî hezaranî wekû xermanî çîn û ’ebîrî xermaney zułfî destey nazenîn kirdûyane be tavgey zêwîn bo ewe serxoşanî kořî dîmen perestan wekû çûzerey lêwî řûbaran demarî diłyanî pê têraw biken û be xeyałî nazkî lew şineye nazkitir ’alemî nasûtî bixene ’alemî lahûtîyewe? yan: be şêke le beşî hêzî elkitrîk ke mekîney şi’ûrî me’newîyat exate kar bo ewe çon ’alemî madde be beşekey tir řûn ebêtewe, ’alemî eřwaḧîş bem beşe bigeşêtewe, ta sertapay kewn be hemû mewcûdatêkewe biçête dîmenî ew deşte ke tenya heway saf û ewřengî cemał û şikohî kameranî nebê hîçî tirî têda nîye!!. şi’ir herkam lemane bê, bêguman heway bêgerd û asmanî saf û dîmenî nexşîn û lalezarî řengînîş ebne «tan» y ew sewdaye ke «po» key xeyałêkî nazkitir û cwantir le awrîşim!. emaneş hemû le asoy kurdewarîda wekû awêney cîhan nima edrewşênewe, boye ême bêcge lemane nebê şitêkî tirman nakewête berçaw ke şi’ûrî pîremêrdî han dabê bo bazařî şi’ir firoşan!. egîna naçête diłewe mindałê le temenî no sałanda bikewête ser ewe ke goşey diłî belay şi’ir û belay xeyałî şi’irda biřwa, ke çî tofêq lew temeneda leser řast û çewtî şi’rêkî «ḧafiz» berberekanêy mela ḧiseyne gocey mamostay ekird!. sereřay emeş le temenî de sałîda ke derzî «şîrîn û xesrew» y «nîzamî» le lay mela se’îdî zelzeleyî exwênd û ebînê ke seretay bem şi’re ekatewe ke ełê:

xidawinda dir tufîq bigşayPersian
nizamî ra re tiḧqîq binmayPersian

nawî tofêq le kangay diłyewe deng edatewe, le qerax kitêbekeyewe emîş em şi’re enûsê:

nizamî çun be tufîq abtida kirdPersian
ti’awin bîn ke tufîqiş çiha kirdPersian

kewabû hîç şitêkî tir tofêqî pîremêrdî nebřî beser şi’ra tenha siruştî îlham nebê!. ewa em siruşte le pîremêrdida hebû, le bin dest emeşewe le binemałeyekî şi’ir bû, çunke «ḧesen efendîPerson» mamî şa’rêkî berzî dewrî xoy bû, ew řewřeweye ke ew pyaya ser’ekewt, em şwênî ekewt. lew dewreda çunke nawçey suleymanî be taybetî we kurdewarî be têkřayî aşnay edebyatî farsî bûn, dîwanî şa’re farsekanîşî hemû dem exwêndewe û zyad lemeş «mewlewîPerson» agirêkî tirî le diłya kirdibuwewe, emane hemû bûn be serçawey ’atîfey şi’ir witin boy. ew dewre zortir ke şi’ir ewtira leber pabendî wiłatewe be edebyatî ẍeyrî zimanî xoyewe, zor le şa’rekan sereta be zimanî derzî edebyateke şi’ryan ewt. pîremêrdîş yekê bû lewane, boye be şanazîyewe şi’rî farsî û turkî heł’eřişt. maweyekî ke pêçû temaşa eka her le xakekey xoyda «mela mistefay bêsaranîPerson û mewlewîPerson, nalîPerson û salimNamed-Entity û kurdîNamed-Entity» sozî şi’ryan be zimanî kurdî gelê bałaye le zimanekanî tir, meftûnî cemałî tebî’etyan ebê û aşnay dîwanekanyan. bem bonewe fîkirî şi’rî kurdî ekatewe, bełam her leser řêçkey pê û şwênî ewan, şi’rî kurdî le ẍeram le felsefe, carcarîş bo hewên arezûy nîştimanî eka, çunke paşmawey karesatî dewrî baban her le suleymanîda mabû. bełam nîştimanîyekanî leber ewe ke xoy hêşta le botey sozî mîlletda qał nebûbuwewe, ewende be pêz nebûn, ke çû bo estemuł we ’en’enatî qewmekanî çawpêkewt ke çî eken bo qewmîyet û temaşay kird ew perdane ke ḧikûmetî wext eyda beser wiłate ser lêşêwawekeya, perdeyek bûn tenha layelayîyan bo xew lêxsitin ekird. be tenîşt emeşewe řûy ekirde ew dîwaxanane ke bo kongirey qisekirdin bûn le barî çewsanewe, weya ḧesanewey hemû qewmêk, ser barî emaneş xwêne geşekey «şêx se’îPersondi» y*1* beser řîşe sipîyekeyewe çaw pê kewt, -ke bo kurd ew dîmeney nwand -be carê dewrî řaburdûy daye dwawe û şi’ûrî şi’rî ẍeramî bû be şi’ûrî şi’rî nîştimanî. lapeřey jyanî pîremêrd çonyetî sê çareke sedey kurdewarî egêřêtewe ke le seretada çon pabendî dîmenî xał û xet bûn û bere bere bepêy qanûnî gořan çonyetî ew jyaneyan gořîwetewe be şi’ûrêk ke hestî şiłejanî lê bêt û lepaşa te’bîr le efkarî komeł bidatewe ke derûnî hełqirçawyan bokřûzey jêrkewtinî nîştimanî lêwe dêt. eme wekû le pîremêrda heye hemû şa’rêkî tir bem core çonyetî dewrî xoyman bo egêřîtewe, çunke ewan bulbulî baẍî mîllet, ya zimanzanî derd û meynetin!. înca emanewê bêyne ser basî hendê le şi’rekanî pîremêrd bo ew boman derkewê ke em şa’reman payey şi’rî geyştuwete çe şanoyêk? pîremêrd dênê basî cwanî doste xoşewîstekey eka -ke leser řê û şwênî şa’ran gileyî le dostîyan eken, bo ewe cêy xoyan le goşey diłyana bikenewe -ca aya em doste řaste, dustêkî taybetî buwe û be pirşingî řwanînekey birûskeyekî aqarî diłî em kirduwe û le kûrey ’eşqa sûtanûyetî û way lê eka bîxate ser ew baweře ke biłêt: tenanet le beharana ke gułîş le jêr xakewe ser dênête derewe, le taw beroke sipîyekey yarmeweye ke be řûzerdî û dem kiraweyî derdên, goya wekû singyan parçe parçe kirabê!. dîsan bemeş waz nayenê ełê: ew çawe cwaney îşêkî way lê kirdim ke seyrim kird twandimyewe, tenanet newek her leşekem, bełkû xwênekeşim řengî bizřika û bû be řon badam!, em yare ewendey kar têkirdim eger be řêkewt leser berdêk giryabim û berdekeyan şikandibê, karesatî ’eşqî min îşêkî way kirduwe naw berdekey piř kirduwe le guław!. wekû witman em dostey dostêkî taybetîye ke xeyałî xałekanî karêkî way kirduwe, diłî hełkiřûzanduwe û dûkełî diłekey kewtote ’asman û kirdûye be tem û mij? ya her wîstûyetî le ẍeramêk bidwêt ke hemû çawkałêk diłî řapsikênê? herkam lemane bê, xo ew ełê:

xeyałî xałî herga bê be diłma dûkełî nałem
weha řeş dadegîrsê, tem exate ser serî ’ałem
le jêr birjangewe piřşingî çawî wa birîskey da
witim seyaley berqe le hewrî řeş buwe peyda
beharan guł le jêr xaka ke zîndû ebnewe û eřwên
le ’eşqî ew beroke sipye, zerd û sîne çak derdên!
nîgay ew çawe badamîye wehay kar kirde ser e’zam
hemû xwênî leşim yekser be carê bûn be řon badam
be yadî řûy gułî, çawim leser berdê ke giryabê
ke berdyan kird be şûşe piř guławe, ’eşq ebê wabê!

bełê, em biře şi’re ke pyaw herwa le řwałeta seyrî eka parçeyeke le ẍeramîyatî şa’re konekan. bełam ke be puxtî lêy wird ebîtewe, lêy peşîman ebîtewe û ełêyt: eme nimûneyeke le bîrî felsefey pîremêrd. be taybetî le şi’rî sêyem û pêncimda humay xeyałî lew asmaneda -asmanî felsefe -herwa etwanê bał bida be yeka, çunke: le zîndûbûnewey guł, nefewtanî maddeman pîşan eda û le giryanî beser berdida, fîkire qûłekey eflatûn der’ebřê ke ełê: «eger gułêkî cwan, ya însanêkî cwanit xoş wîst, ewe le ḧeqîqetda fîkirey xoş wîstinî cwanîyeket leserdaye ke le însaneke, ya gułekeda temsîlî kirduwe». emîş herçende le řwałeta beser berdida giryawe û berdêkî řeq û teqî kirduwe be mezherî cemał, bełam le řastîda fîkirey cwanî û cemałêkî mebest buwe ke le berdekeda temsîlî kirduwe. emeş řaste, çunke be dûpaye egatewe be mebestî esłî: yekê le guł, zatî cwanî mebest, yekê bonî gułekey nawe be berdekewe!. em ah û nałey eme beser berdekeda be tewawî mebestekey eflatûn der’ebřê.

le paş eme pîremêrd dewrêkî tirî heye ke felsefey ziman û me’nay kurdî der’ebřê, lem parçe şi’raney xwareweyda ew bîr û baweřey xoyman pîşan eda ke ełê:

ebê bexşinde mil keç ka le řastî mûçexorî xoy
suraḧî bo pyałe ser firû dênê ke têka boy
ke aw, darî leser ser girtuwe, ezanî çî tyaye?
le lay nenge ke perwerdey niqum ka, gewreyî waye
liqî şořî dirext mêwey exon bê erkî berd û dar
pełî berd bo pelî berz, leqeyşe bo liqî berdar
le derdî dûrîya bêzar û bêzrawim emend zarim
ecel dê bimkujê, çî bikem namirim, mawim!
leber aşûbî xêłim hîç şewê xew nayete çawim
xewî naxoş ebînim bem perêşan xawîye xawim!
umêdî ser leser derken ewaney řast û řûnakin
qełem her serqełem, mom bo meqest, her bo eweyş çakin
ełên murẍî suleyman aw le jêr xaka ebînê şew
minîş ḧew sałe řêy dûrbê, be çawî dił ebînim ew!

em şi’raney pîremêrd fîkirêkî wirdî tyayana xirc kirduwe û be cînas û teşbîhî nayab řazandûnyewe. bełê, eweş ełêyn: ke em fîkire le edebyatî şi’rî farsîda heye û pêşkewtuwe, bełam beramber be mêjûy edebî kurdî dîsan xałî nîn le cemałî cwanî le witeda û le nazkî xeyał û me’nada. ca em nazkî me’naye ba le farsîşda bibê, be lanî kemewe xo ewende be ême pîşan eda ke zimanî kurdî ewey le barda heye me’nayekî wa qûł û berz bigrête xoy, me’nayekî weha ke ełê:

tebî’et bexşindey azad kirduwe lewe ke berzî pîşan bida û xoy be zyad bizanê, nabînî suraḧî legeł eweş ke ew şerab eda be pyałe, ke çî be mîhrebanîyekewe serî bo şoř ekatewe û beşî eda!!. herweha seyr ekey dar ekewîte ser aw û niqum nabêt, aya ewe ezanî leber çîye? leber eweye ke aw wa ezanê «dar» le perwerde kirawî xoyetî, belayewe zor nenge jêr destî xoy le me’newîyata bixate jêr xoyewe. herke beřastî bizûtewe û řêy çewtî negirt, tûşî hîç naye, ke lay da be naçarî ebê bihênrêtewe ser řêy řast. darê ke pilekey berz bû û dest neygeyştê, be naçarî ebê berdî tê gîrê bo ewe berekey bida be destewe, wekû çon liqekey eger milî řanekêşa ewîş ebê leqey pya małî ta berekey ber bidatewe. ca emane eger řêgey řastyan bigirtayet û çemûşîyan nekirdaye, ne peleke berdî exward, ne liqekeyş leqe!, bełam liqî şoř leber ewe ewende lût berzî nanwênê mêwekey xoy eda bedestewe, îtir ne berdî tê egîrê we ne tûşî têhełdanîş ebê, em şi’re beriztir derzêkî exlaqîye ke day eda. «peł» be lamî zil ew kuçkeye ke fiřê edrê bo şitêk. «pel» be lamî biçûk lem şwêneda liqî dare. şi’rî şeşem ełî: ewaney řast û řûnakin û eyanewê xizmet be komełey ademîzad biken, tenanet nabê be teng serî xoyşyanewe bibin, nabînî qełem -qełemî

nûsîn -hemû dem her serekey qełem kirawe, wate: qirtênrawe. momîş «şem» her serî bo meqest şoř ekatewe bo ewe bîbiřn. ewyan ta serî xoy neda be qirtandin nayete nûsîn, emîşyan ta serî xoy neda be biřîn řûnakî nada, «murẍî suleyman» pepû siłêmaneye. dyare ew cînasaneyş ke lem biře şi’reda heye hemûman leber çawe.

***

pîremêrd le paş emane dête ser basî dîmenî tebî’î, bew core ke bişê xeyałî şa’rêk basî hewargey nazdarêk, ya çeşmezarî çîmen û řûbarêk, ya be kurdî destikirdî kirdigarêk bika, be şêweyekî řewan û be teb’êkî řewantir le awî sîrwan, bo ewe bibê be nimûney şi’rî bê girê le zimanî kurdan, basî dîmenî tavgey «zełimLocation» eka û ełê:

awe cwanekey serçawekey zełim
bo gełařêzan ser be tem û hełm
ełêy serçawey bextî kurdanî
sirewtit nîye, wêłî herdanî
tavgeket serberz, sarde wek terze
daney mirwarî lencey sed terze
lew asmanewe eřjête xwarê
le çawî gerdûn firmêsk ebarê
wêney ’aşiqê ke nałe kar bê
seḧranewerd bê, peycorî yar bê
wêł û sereřo, be řořoy piř derd
be qełbezewe ser edey le berd
dest le milanî legeł «tancero»
be sewday «sîrwan» şeyda û řenceřo
le «dwawan» da ke yek ekewî
dû mîsre’î bo beytî mewlewî:
«sîrwanî em çem, tanceroy ew çem
biden be yekda em çem ta ew çem»
meweste biřo be lim û xaka
bigrî le bargey selmanî paka
pêy biłî qurban to nawit pake
bimanxere řêy yekyetî û çake
leber awdêrî ew xake dême
ke paraw ebê be awî ême
ba guł û nêrgis herdû pêkewe
şad bin be diłî řêk û pêkewe

mêjûy edebî kurdî ke em şi’raney pîremêrd ebînê ewey bo der’ekewê ke pîremêrd şořşêkî xiste ’alemî edebî kurdîyewe; şořşî ewey hênaye nawewe, řiçey şikand bo ewe ke şi’ir bo cwanî ’îbaret danenrawe. bełkû şi’ir derd û azar, ya xoşî û êşî bazař pîşan eda ebê le ’îbaretêkî sadey wehadabê ke naw bazařîş lêy tê biga, hat bebê ewe xoy ’ezyet bida em řêçkeye girt û em řiçeye şikand, destî da be dananî şi’rî řewanî wehawe ke hêzî me’nay gelê le caran be pêztir bê. şi’rekanî «lamartînPerson» hîç girê û qortyan tya nîye. lamartînî ferensî «1790-1869» be dû sał lepêş eweda ke le dunya derçê û maławayî le edebî ferensî bika, «pîremêrd» y kurdî «1867-1950» le kurdewarîda becê hêşt bo ewe ew şořşe ew le ferenseda hełîgîrsand emîş le kurdewarîda hełîgîrsênê!.

***

pîremêrd em perdeyş da’edatewe, perdeyekî nîştimanî le şêwey kurdîyekî petîda heł’edatewe û ełê:

estêre berzekan edrewşênewe be şew
wek min be daxewen, ne sirewetyan heye, ne xew
çend sałe aşnay şewî bêdarî yektirîn
wek serserîn, şewê ser nakeyne ser serîn!
min xwar û jûr le dest çuwekey bêwłet, ewan
wek xêłî xwar û jûrekey kurd, wêłî asman
şew şewnimî ewane çîmen aw exwatewe
řoj hełmî awî çawî mine seryexatewe!
dwêşew berî beyan bû, degryan beser mina
minyan kesas ebînî lenaw dost û dujmina
diłsozî wam nedîbû, ke bom bigrî wek xeşîm
firmêskekey ewan bû be awengî têgeyîm
«ba» m řaspard biłê, ke xefet boç exon, ewan
wek ême nîn, nizîktirî lay baregay xudan
řaspêryan nûsîbû be şewnim leser gya
ta asman piřîşkî bedî êwe hełpija
hawarî kurdekanî serû geyîye asman
bew dûkełî henaseye aw dê le çawman!

aya eguncê butrê: ta îste leme cwantir û beriztir û xawêntir kewtotne zimanî kurdîyewe? be řastî em parçe şi’rey pîremêrd estêreyekî pirşingidare le asmanî edebyatî kurdîda, we tarîxî edebî kurdî etwanê le kangay diłyewe şanazî bem parçe şi’rewe bika.

pîremêrd şabazî xeyałî hêlanekey becê dêłêt, berz ebêtewe le asmanî serxoşanî nîştiman perweranewe esûřêtewe, wekû bakî nebê, ne le kûrey agirînî tebeqekanî feza, ne le tenûrey tof û sermay burcî hewa, aşna ebê be aşnayanî mîllet û demarekanî, têraw ebê le serçawey qewmîyet, le katêka ke qetarey şehîdekan ebînê, wa řengî xwênî sûryan leser befrî sipî xakî nîştiman hawarî daykî weten eka ta be asman, lenger exa û piř be dem bang heł’eda û ełê:

hatin şehîdekan be cilî sûrî xwênewe
daykî weten de hełse siławyan bisênewe
şêx qadre le pêşewe ser qafłey ewan
cend cwane, xwên û řîşî sipî, pîr û newcewan!
seyrî emane ke, ke hemû kurdî sef şiken
řoḧyan fîda ekird û eyan wit bijî weten
qurbanî ton beřîze, ke to ẍem leber nebî
bo ême mirdine eger azade ser nebî
megrî û minałe, be be xefet dił şikist nebin
nextê lelat emênnewe û bo beheşt eçin
toxwa lebatî ême be çawêkî řûnewe
fermû: ke xwa ezanê lebîrman neçûnewe
axo le firsetêkî tira bextyar ebîn
êmeyş wekû ewan le diłî mîlleta bijîn?
min wam ewê ke ḧeşir ekirêm xwên be bergewe
bew ’eşqî mîllîye û be kizey sozî cergewe
ew agirey le diłmewe berbête kifnekem
ta dujminim neka be zuxał, şerte pif nekem!

mêjûy edebî kurdî ke em şi’raney bem hêz û pêzewe berçaw ekewê, bebê îxtyar û bebê dûdłî çarî namênê ełê: pîremêrd le basî şi’rî nîştimanî û lawandinewey nîştimanîyewe pêẍemberî ew meydaney sedey bîstemî kurde û le lapeřey ’en’enatî edebyata wêneyeke le barûy be şikoy ew nîgaristane. boyeş waye, çunke derî exa ke lapeřeyekî be tîşke bo berçawî ew kesane, ya ew bêganane ke ełên: edebyatî kurdî wekû ehramekanî mîsir waye, gořanî beserda naye!... lam waye eger be çawêkî bê layengirîyewe seyrî edebyatî kurd û ẍeyrî kurd bikeyn, ekewîne ser ew baweře ke biłêyn: leçaw xoya edebyatî kem qewm wekû edebî qewmî kurd berew pêşewe hengawî nawe, boyeş wa ełêyn, çunke ew dewrane ke le berebeyanî tarîxewe kurd ta îmřoj bînîwnî eger her qewmêkî tir bîbînyaye, ta êste êsk û piruskîşî nemabû!.

***

pîremêrd wekû çon em şa’re berze buwe, lelayen nûsînî edebîşewe yekêke le edîbe here gewrekanî kurd le dewrî xoya: herweha taqe řojnameçîyekî kurdîş buwe ke 26 sał qełem û fîkirî le asmanî kurdewarîda hemû core nexşeyekî kêşawe. bêcge leme, ke xoy be xoy tarîxêk bû bo mîlletî kurd. nûsînekanî lebabet ḧiqûq û îdare, komełayetî, abûrî û tarîx û eşxas, gełê carî wa ebû şořşêkî exsite bîr û baweřî komełewe, lapeřey řojnamekanî û beynî dû bergey govarî «gelawêjNamed-Entity» em şahîdîyey bo eden. em pîremêrde yasayekî boxoy danabû nawî nabû «pendî pêşînyanNamed-Entity». lêreda «zirb alimsil kurdîPersian» ya qisey pêşînyanî ehêna û heryeke be corêkî řewan eykirdin be şi’rêk û bere bere le řojnamekeya biławî ekirdinewe. jimarey em şi’raney pendî pêşînyane geyşte «6448» şi’ir. beřastî em îşey bilîmetîyekî le pîremêrdida pîşan eda, çunke bêcge le fenî edebî, mêjûy řewişt û adabî 18 sał wiłatî suleymanî pîşan eda, ke eme bo tarîxî edeb kanêkî ałtûne û goşeyekî eqłîyetî komeł der’ebřê. pîremêrd le bin dest edeb û şi’rekeyewe diłî lê eda bo hendê şitî tir wekû danan û xizmetkirdinî be qutabxaney «zanistî» le suleymanî, hane hanedanî jinan û kiçan bo xwîndewarî û dananî komełe boyan, şîfte bûnî be «newroz» û be ’en’enatî cejnî newroz, çunke be cejnêkî qewmîy qewmî kurdî ezanî. pîremêrd bo kokirdinewey şi’ir û nûsînekanî xoy, zor şil û şêwaw buwe, ke çî be pêçewaney eme bo kokirdinewe û pîşandanî şi’ir û edebyatî şa’rekanî tirî kurd, zor tund û toł buwe. wekû ewe hênawye dîwanî şa’rî gewrey kurd «mewlewîPerson» ko kirdewe û şi’ir be şi’ir xistûyete ser şêwey suleymanî le dû berga. le «1935» le çapî dawe. serguzeştî «mem û zîn» hî şa’rî mîllî «eḧmed xanîPerson» le şêwey botanewe kirdûye be řîwayet û le sałî «1935» le çapî dawe. çîrokî «dwanze swarey merîwan» û řîwayetî «meḧmûdaẍay şîwekeł»-ke dû ḧeqayetî řastî û dû dastanî qewmî kurdin -be zadey fîkirî xoy nûsîwnî û yekemyan le sałî «1935» û dûhemyan le sałî «1942» le çapî dan. hendê serguzeşt û pendî kurt kurtî kurdî kokirdewe û le jêr nawî «gałtewgep» da le sałî «1947» le çapî dawe. řîwayetêkî ełmanî le jêr nawî «kemançejin» da -ke kirabû be turkî -em hênay û kirdî be kurdî û le sałî 1942 le çapî dawe. çapxaney em hemû çapkirawaney çapxanekey xoy bû, ke çapxaney «jîn» e. temaşa ekey bem core şitaney, pîremêrd serbarî hêzî şi’ir û edebekey xoy, le coşî pîrîda edebî kurdî cwan kirdewe, ke çî dîwanêkî berz û bałay xoy heye, hêşta le ça nedrawe.

hendê le pendekanî le dû berga lelayen «kakey fellaḧPerson» ewe le sałî 1969 le çapxaney «silman e’zimîArabic» le beẍda ta îste le çap dirawin. dîwanî şi’rekey lelayen muḧemmed řesûł «hawar» be gelê qise leserkirdinewe le sałî 1970 le çapxaney «al’anîArabic» le beẍda bo carî yekem le çap dira.