narî

(1874-1944)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 20 minutes  2877 views

le sayeqey samałî asmanî merîwanda giłopêkî kareba, le lalezarî piř nîgarî dewrî zirêyarda bulbulêkî xoş newa, be sirwey nesîmî beyanyan baweşênî kiłpey diłî zarî kirduwe, be zerdepeřî xoraway êwaran ziřkiftî perdey diłî kirduwe, inca lew diłew lew laleye lew sayeqew lew perdeye, dîmenî neylûfeřî şi’rî teřî serdeftere, zimanî goyayekî bazařî şi’ir firoşan le ẍeramda, qełemî nemamêkî gułzarî sitayş bêjan le meramda, zana buwe be basî ’îlim û edeb le hemû dewrî xoy, dana buwe be kar û îşî pesend bo hemû dewrî xoy, şi’rî teř û řewane, cînasîşe û xoşxiwane. şa’rî dastan gêřî em base nawî «kake ḧeme û kuřî mela eḧmedî kuřî mela muḧemmedî kuřî mela ’ebduřřeḧman» e. bawkî herçende binemałey konyan le deştî «şilêr» buwe bełam xoy le dêy «sawcê konLocation», le merîwan danîştuwe. kake «ḧeme» leber ewe daykî le begzadekanî «kîkin» buwe, le sałî «1874» y mîladî lew gunde hatote dunyawe. «kîknîşLocation» her gundêke le merîwan.

le temenî şeş sałîda lay bawkî destî kirduwe be xwîndinî qur’an û kitêbe wirdełekan, le paşa lekin feqêkanî bawkî dest eka be «’wamil» û ebê be suxte. înca be feqyetî be merîwanda geřawe, lewêwe çuwete «sineLocation» û geřawetewe bo pênciwênLocation, «şirḧ şimsNamed-Entity»y le lay ’almî gewre «mela ’ebduřřeḧmanPerson» y pênciwênî xwênduwe, lewêwe eçê bo suleymanî, maweyek lemizgewtî «şêx ’ebduřřeḧmanî şêx ebûbekir» - ke êste be mizgewtî babe ’elî be nawbange- mawetewe. înca bo carî dûhem geřawetewe bo «sine» le mizgewtî «şerî’etmedar» û «darul’îḧsan» nizîkey sał û nîwêk emênêtewe; lewêwe çuwe bo «bane» bo lay «qazî ’ebduřřeḧmanPerson» lewêwe bo «sabłaẍLocation» bo medresey turcanî zadekan, lewêwe bo «wanLocation» û «başqełaLocation» wigeřawetewe bo «hewlêrLocation». lewêwe çuwe bo «řewandizLocation» bo lay «esi’d efendî xeylanîPerson». le «1897» da îcaze tedrîs û ’îlmî le «es’ed efendî» wergirtuwe û geřawetewe bo merîwan. lem maweda bawkî mirduwe, ke geřawetewe bo merîwan ledêy «kîkin» da’enîşê û le paş sê sał le xizmekanî daykî jin dênê, le «1904» da leser dawakirdinî «ḧiseyn begî bêlû» benawî mudeřřîsewe eçête gundî «bêlûLocation». - bêlû dêyêke le merîwan be 9 mîlêk kewtote řojełatî pênciwênewe_ îtir lewê wextî be derzutnewe řa’ebwêrê ta le «1944» letemenî 70 sałîda koçî maławayî eka û le dêy bêlû enêjrê. xawenî terceme pyawêkî bała pyawane buwe, çawekanî lem axreda leber zor mutałakirdin tozî têkçûbûn, lûtêkî zil û dirêjkeley pêwe buwe. nawçewanî pan û serkułmekanî nextê zyad hatbûne derewe. řîşêkî topî sipî, cûtê simêłî pałewanane, mêzerî sipî kurdaney leser ena gwêçkekanî da’epoşî. le cilubergida diłteř buwe, kewşî sûrî lepê û keway şîrdax û cubbeyekî melayaney le ber ekird, ziman paraw û qise kirdinîşî leser xo buwe. mela kake ḧeme melayekî berz û bała buwe, be taybetî le ’îlmî belaẍeda destêkî berzî hebuwe, berçaw têr û řend meşreb buwe, le naw merdima zor beřêz buwe, nuktezan û qise řewa buwe, le gel pêşewa «şêx meḧmûdî şêx se’îdPerson» da gelê dastanî edîbaney hebuwe, her weha legeł «tahîr beg»Person şa’rî cafanîşda řaz û nyazî şi’rîyan zor kirduwe. kake ḧeme bû be «mela kake ḧeme», we herçende zayndey «kîkne» bełam be «mela kake ḧemey bêlû» benawbange. aya hîç eçête diłewe bêcge lew şitane ke ta em dewre îlhamî şi’rî şa’rekan buwe, şitêkî tir baweşî be şi’ûrî mela kake ḧemey bêlûda kirdibê bo ewe bibê be şa’rî merîwan? we bigre bibê be şa’ryêkî berzî kurdekan? ne’, hîçî tir nebuwe, çunke sayeqey samałî kurdistan, dîmenî bendenî berzî kêwekan, xuřey awî safî tavge kan; emane ke kewtine çawşarkê legeł cirîwey estêrekanî asmanda xeyałî danîştiwanî ew şwêne eken be heykelêkî firîşteyî ke baweşî be asoy tebî’eta kirdibêt!. yekê ke eme mełbendî bê ebwaye dûrbînî xeyałî bo gelê şitî dûr û quł biřoyştaye û le asmanêkî tira perwazî bikirdaye, ke çî telî ’atîfey ya bo çawî xewałûy perîzadêk, ya bo nîgarî baẍçeseray newzadêk, ya bo danewey wêney kanî û serawêk ebziwêtewe!. bełê, legeł emaneşda perçemî bûkî xakî kurdistan lebatî taray sûrî bûkênî xarayekî řeşî matemî beserewe buwe. emeş zor bekoł ebête tîskey handanî řewřewey fîkirî şa’ir, bełam ew şa’rane ke ta em dewre le badey ’en’enatî xet û xałda şerabî jyanî ẍeramîyan xwardotewe!. ewende serxoşî ew meydane bûn legeł ew hemû dîmene řengawřenganeşda neyantiwanîwe pel bibzêwin û be layekî tirda la bikenewe, ya bikewne ’alemêkî tirewe. dyare şa’rî êmeyş mela kake ḧeme - yekêk buwe le kořî ew meynoşane, meger carcar nebê tozê lew serxoşîyey kem kirdibêtewew be layekî tirda awřêkî dabêtewe. eme perdey şa’rekanman, mayewe ser ewe ke mêjûyekî şi’rî em şa’rey xomanman dest kewê. wekû witra mela kake ḧeme pabendî ’en’enatî ẍeramî buwe le siruştida, leber ewe zorî ḧez be ewřengî xeyałatî nazkî ẍeramî kirduwe. gołdestey şi’rî «nalîPerson» ewendey tir demaxî çax kirduwe, felsefey tesewwifî «meḧwî» karî tê kirduwe. sereřay emaneş xeyałatî ẍeramî «mewlana camîPerson» û bîr nazkî mewlanay tawegozîş şořşêkyan le diłya kirdotewe. be naçarî le dewrî feqyetîda çak egrêtewe û leber xermanî hezar xerwarey şi’irda řa’ewestê ta diłî biłêseyekî lêwe dêt. ke biłêsey hat, çakî piř ekaw be dyarî eybatewebo kořî şa’ran, dyarîyan edatê û xoyşî le kořekeda da’enîşê û «narîPen name» eka be nawî şi’rî û îtir ekewête meydanî qise řewanîyewe. şi’rî «narî» le dû perdew nîwda der’ekewê; ẍeramî; sitayşî ayînî. nîw perdekeş: carcar demî birduwe bo nîştimanî. bełam her dem bo birdin, newek felsefe derxistin, her dem bo birdin newek qise lêwe kirdin. em ẍeramîye ke «narî» girtûyetî wekû gelêkî tir le şa’rekan le řwałeta ẍeramîye, bełam ke lêyan bipirsin emeçîye? ełên sitayşî diłxiwazî ḧeqîqî ayînîye û ’eşqêkî mecazî le perdey şi’rêkî řwałetêda derî ebřîn; mebestiman ’eşqêkî ḧeqîqî û sitayşî mînay bałay ew keseye ke nîşanî řeḧmetî xwaye. ca eger bem core me’naye, wate le şi’rî narî bideynewe, tenha yek perdeye, ya ẍeramî řwałetî û ayînî penamekîye, ya xud ayînî řwałetî û ẍeramî penamekî!. kewabû to etwanî be her barêka em şi’rey narî me’na lê bideytewe, serbestî le katêka ke ełê:

xetî dersî ’eşqî «narîPen name» wek řiqûmî xałeket
wa be lewḧey gerdinî bêgerdî wek mînatewe

înca bêyne ser ewe ke le barêkî řastîda nextê le çonyetî şi’rî narî bidwîn bo ewe payey narîman le edeb û edebyatî kurdîda bo derkewê. narî" qapî diłî xoy exate ser gazî pişt, le kûrey derûnêkî becoşî ’eşqewe em şi’re ẍeramîye agirînane heł’eřêjê û ełê:

çawekem boye bedaym kar û pîşem zarîye
ḧakmî çawit legeł min ma’îlî ẍeddarîye
şořş û nałînî kes bê wice û bê ’îllet nîye
ahî min feryadî bulbul îşî bê ẍemxiwarîye
min ke xwênî xom ḧełał zanîwe qurbanî debim
ḧezretî xunkarî ebrot meşrebî xunxiwarîye
ger depirsî boçî bê neş’ew û melûl wi’aczî?
řûmetî zerdim ’ezîzim şahîdî bîmarîye
kem be xende bê belamew ḧeyfe te’nem lê edey
lêm geřê tobî xuda em care derdim karîye
dił le şamî perçemî şewda be daym bê xewe
çunke êşkiçî le şewda ’adetî bêdarîye
ḧîkmetî piř mes’eley ḧusinit le bo kê ḧel debê?
her seḧîfe sed îşare û řemzî têda carîye
xałî řuxsarit «hidayet», bexşî şerḧî zułfeket
«qazîArabic» asa ḧaşîyey egrîcekanit «larî»ye
řût wekû agir, mujet wek şîşe, ebrot qîmekêş
mîrweḧet zułf û kebabit cergî parey «narî»Pen nameye

narî le paş ewe ke řaz û gileyî xoy legeł dostya eka ełê: em diłe kesasem le sayey perçemî şew’amêzî toda hîç xewî nîye, lomeş nakirê, çunke kêşkiçîye, pasewan û êşkiçî nabê binûn!. lepaşa ełê: min seyrim heye herwa qisey labela ekem, aya basî ḧîkmetî kitêbî cwanî to ta êste bo kê tewaw buwe, tawekû min bêm basî çaw û perçemit bikem, tewaw nabê, çunke her lapeřeye lew lapeřane be hezaran îşare û řemzî way têdaye ke heryeke pêwîste çend qełem û ziman şerḧî leser binûsê. înca dête ser ewe ełê: xałî ser řûmetit řêy serfirazî be însan nîşan eda û biławbûnewey zułfekanîşt wekû «qazî» çon xoy biław ekatewe û kitêb û defter lem la û lewlay xoyewe da’enê, derzî mesa’îlî wird wird ełêtewe, ewîş bewcore basî nuktey ew xałet eka. perawêzî egrîcekanîşt beserya lar bûnetewe, gwê lem basî ḧîkmete egirin!. narî lem şi’reda cînas û telmîḧêkî zor cwanî nwanduwe legeł derbiřînî me’na ẍeramîyekeda, eweş bem core: «qazî» kitêbêke le ḧîkmetda hî ḧisîn meybudî» ye. «hidaye metnî ew kitêbeye hî esîreddînî ebherî» ye. «larî» yiş ḧaşîyeyeke beser kitêbekeweye. «lar» le laristanî xurasane. ca ełê: xałî řuxsarî to ḧîkmetêke pêwîste şerḧ bikirê, ew xałe metnêke ke «hidaye»ye biławbûnewey zułfekanit şerḧî em metne eka ke kitêbî «qazîNamed-Entity» ye. egrîcekanîşt wekû ḧaşîyey «larî» bûn be perawêzî ew xałî ḧîkmetet! wişey «larî» hem nawî xawen ḧaşîyekeye, hem îşareye bo çewt bûnewey egrîceke, çunke ḧaşîye be çewt nûsrawe. hem qafyey şi’rekeşî pê řêk xistuwe!.

înca le axir şi’ra řû ekate dostî û be teşbîhêkî tir pêy ełê: řûmetit leweda ke piřtewî germayyekey ’aşiq esûtênê, wekû meqełîyekî agir waye, birjangekanit şîşî kebabe û birokanîşt qîmekêş, zułfekeşt baweşênî ew agireye. eme dûkanêkî kebabçêtî lem lawe bo dana, ca ełê: goştî kebabî em kebabxaneye cergî pare pare kirawî narîye" be dest dûrîtewe!. em dû şi’rey narîye yekêkin lew şi’re zor berzane ke le babet teşbye û belaẍewe le basî ’eşqida le zimanî kurdîda witrabêtin!. lêreda pêwîste qise le şitêkî wirdewe bikeyn: şa’rekanî dewrî ewweł û nawřastî kurd le hemû şit zyatir bewe fêr bûn ke teşbîhî zołfî yar be «keman» û birjangî be «tîr» û «derzî» û biroy be «şîr» û «qîmekêş» biken, ke emane goya leser zewqî edebî řê nakewn û me’şûqêk bew nazk û nazdarîye ebê zułfî lebatî «keman», be perdey nazkî awrîşmî beser kogay gewherda hełda û birjangî lebatî «tîr» betêşkî barîkî birîskey ałtûnî ber hetaw û biřoy lebatî «şîr» be peřî le mîsk hełkêşrawî be cûqey padşahanewe awêzan kiraw; çunke emane legeł nazkî û şoxî sitayşî berzî me’şûqda řê ekewn, newek ew şite tirsênere pêşuwane ke pyaw załetrek eken!. eme ewtirê, le bin dest emeşewe eme şitêkî aşkiraye ke perdey ’eqłîyetî her dewreyek şan beşanî ’en’enat û yasay ew dewreye eçê beřêwe. dyare em ’eqłîyeteş zortir le awêney mêşkî edîb û şa’rekana cêgîrtir ebê, çunke tenha ewanin ke te’bîr le karesat bidenewe û bîken be azûxey paşeřoj. ca min leser ew baweřem ke fêrbûnî şa’rekan bo te’bîrdaneweyan le sitayşî dostî hawřazyan bem core şite tirsênerane ewe pîşan eda ke qewmî kurd qewmêkî cengawer û şeřanî bûn, jyanyan jyanêkî şeř û şoř û herdegeřî buwe, hamřazî şew û řojyan şîr û tîr û keman buwe. beḧukmî tebî’et naw û tapoy em core şitane le hemû şit zyatir beser ziman û leber çawî gewre û biçukyanewe buwe!. înca şa’rêk ke wîstibêtî řaz legeł dostêkya bika, naçar buwe beştêk qapî em řaz û nyazey legeł bikatewe ke baw bê û dyar bûbê. ew şiteyş ke aşkira bûbêt û legeł ’eqłîyetî dostekeya lewanebê muturbe bikirê tenha basî şeř û şoř buwe betîr û gurz û keman. çunke em dosteş wekû em, le małêka goş kirawe ke çawî be şîr û tîr û kemendî bawik û birakanî pişkûtotewe - ke kirawin be dara bo meydangêřî beyanî û êwaran emîş hatuwe bew şitane basî ewî kirduwe... kewabû lemewe ewe bo ême der’ekewê ke kurd le lapeřey pêş tarîxewe ta êste gurdî meydanî ceng û neberd bûn, qewmêkî cengî û dûr le şaristanî çîyan dawe beser perdey nazkî awrêşim û birîskey ałtûnî qał kirawewe û peřî le mîsk hełkêşrawewe!. dîsan narî bem şi’raney dwayî core diłxiwazîyekî tir dênêtewe yad û dewrî řabwardinî řaburdûy dostêkî ekewêtewe fîkir û pêy ełê: hemû şi’urêkim êste ḧîkayetxiwanî dûrî toye, çend xoş bû eger yekman bigirtayetewe bo ewe ke le penay sêberî toda bimênmewe û neygořmewe bewe ke biçme sêberî tac û textî keykawis şawe. ełên: derdî dûrî be sebir derman ekirê!, eme wanîye be fiřokey sebir çon ew řêge dûrey dûrîyet ebřirêt? daxî giranim bebê to le dûrî to baẍçey xeyałatîşim her dwayî dêt, ne xoy ma ne xonçey ma, ne bonî ma!. ca dem bem řaz û gileyîye ekatewew ełê:

nefes semtûre, sînem saz û dił ney
ḧîkayetxiwanî dûrî ton peya pey
be zîkirî to wekû sofî hemîyşe
meqamatî «fina fî alilةArabic» ekem tey
çi şîrîne legeł şehdî ḧuzûra
lemin xendew le to awazî oxey
eger sayey serî to bê betacim
çi muḧtacim be tac û efserî key
ẍezeł qet nabřê hergîz bebałat
ezanim bo kewa mayl be taqey
hewapeymayîy ewcî fîřaqit
be teyyarey sebûrî debê tey?
le meyxaney xeyałî şewqî toda
be neş’ey yadî to dił meste bê mey
le ’eksî bade saqî wa le mey da
qedeḧ fincane aza têke sa dey
le wişkî wa nemamî baẍî nezmim
be pûşî řîşî sofî bû şikofey
beser çû dûr le to baxî xeyałat
nebûnî ma, nebonî ma, ne ẍunçey

narî be cînasewe witûyetî: qesîde be bałay toda nawtirê, ya parçey ẍezeł bo to nakirê, çunke ezanim leberçî hewest le taqeye. ya boye ẍezeł bo to nabê çunke ezanim to bo «kewa» hewest le taqeye. narî perdey ẍeramîyat da’edatewe û le coşî kûrey derûnêkî besozewe sitayşêkî zor berzû û bała, le barî ayînîda be bałay diłřubay bê sêberî nuxtey cewherî em kewneda der’ebřê û ełê:

sûretî «yasînArabic» ke wesfî ḧezretî lewla eka
ehlî dił ’aşiq be cîlwey sûretî «tahaArabic» eka
xakî berdergahî qesrî ger beserda ka geda
her nefes nefret le tacî «qeyser» û «dara» eka
asman wek muşterî herdem be mîzanî wefa
kesbî her şamê be yadî dewłetî esra’eka
ger tesewur ka mesîḧî textî ’erşî e’zemî
ta ebed terkî beyanî řef’etî ’îsî» eka
nûrî ’eşqî kewte ser tûrî diłî «musî» meger
wa leser sîney be şewqî dił yedî «bîza» eka
bo xelîlanî nesîmî gołşenî lutifit ke bê
narî «nemrûd» y le seḧnî «cinit almawîArabic» eka
taqî kîsřa bo be berqî nûrî ḧusnî şeq nebê?
seylî ḧukmî narî fars za’îl û řîswa eka
ey ḧebîbî xalîqî ’alem, le adem ta be to
enbya yek yek beyanî ḧezretî wala eka
nergisî mestî syahit ’eyn ma zaẍ albisirArabic»
şem’î bê sayey wicûdit -şerḧî «kirminaArabic» eka
ademî, xakî beser zumřey melekda bê guman
toy sebeb naziş be řutbey «’ilim alasmaArabic» eka
kaşîfî «wallîlArabic» û tuřřey perçemî şebřengî to
aftabî tel’etit tefsîrî «walziḧîArabic» eka
ayetî mî’racî payey «qab qusînArabic» t ’eceb
wesfî î’zazit le textî nazî «aw adnîArabic» eka
’eksî elfî qamet û ebrote ger nûn û qelem
sîdqî mezmûnî kelamit keşfî «ma awḧîArabic» eka
ba wicûdî piřtewî mahî cemałî enwerit
kê xeyałî zîbî qesir û sayeyî tûba eka
«silisbîlArabic» y lutfî to bê şik le ’ersey meḧşera
teşneleb farîẍ le badey camî «a’tînaArabic» eka
çî ledewłet ka esîrî bendî ’eşqî eḧmedî
’eşqî meḧmûdî be ’aqiş kesbî îstîẍna eka
***
narya wesfî celalî ḧezretî «xîralbişirArabic»
key heta meḧşer be sed defter beşer înşa eka

narî em perdeyeş da’edatewe, dênê be tercî’ bendêkî 30 şi’rî - ke her tîskêkî pênc şi’re - be nawî sozî ayînewe basî nîştiman eka û seretay yekem tîskî ekatewe û ełê:

e xakî weten boçî nema ḧałetî caran?
bo qeḧtîye řesim û řewşî suḧbetî caran?
bo bê esere řewneqî bazařî dyanet?
bo ḧusnî ’emel, boçî nema yek le hezaran?
bo dengî nîye cezbeyî sofî le seḧerda?
ya şukirî ẍenî, sebrî feqîran wihejaran
kwa sozşî derwêşî û tehlîlî şew û řoj?
kwa ne’reyî dêwane wekû ře’dî beharan?
’aciz mebe lem teb’î keç û ḧałetî bedxût
bê perde - nebê bê edebî - tif le seru û řût!

bem şi’raney xwarewey derdedłêkî diłsûwtawane eka le dest řewştî kurd, le katêka ke ełê:

min edîbî kurdim û nawim nîye
kurdim û ẍafił le nawî bê xeber
kurde, xo meḧkûme bo turku ’ecem
kurde bê fikir û xeyał û bê eser
kurde herwek bîdî mecnûn mawetew
bê ser û bê sêber û xałî le ber
kurde wek weḧşî lebo çeştey tema’
xoy exate mehleke û dawî xeter
kurde, fîkirî ’aqîbet bînî nîye
ẍafił û bê derk û bê sem’ û beser
kurde, bê şan û şeref mawe, nema
qîmetî ḧettake wek tûr û gêzer
kurde, bêkes, her kese dêt û bezor
deygirê û deyka be ga bê ya beker
bê wicûdî mustemî’ lem ’esreda
«naryaPen name» takey çenakey bê eser!

narî le dewrûberî pîrîda û demedemî koçî dwayîda be diłêkî birîndar û çawêkî piř le firmêskewe amojgarîyekî edîbaney kuřekey eka û pêy ełê:

talîb ke hemû leḧze xirîdarî ẍezeł bê
zeḧmet be xuda meylî leser ’îlim û ’emel bê
talîb eweye talîbî dîwanî xudabê
’alim eweye ẍerqî xeyałatî ezel bê
ferzendî mela, řołe ebê serfî ḧeyatî
bo dîqqetî «bîzawîArabic» û tefsîrî «cimilArabic» bê
bê cîlweye tezbêḧî kef û cîlweyî sofî
ta fîkirî mey û dengî ney û sazî emel bê
ger şurbî du’a ’aqîbetî nef’î nebê hîç
la xeste wekû zehre eger ’eynî ’esel bê
efsûse bibê murẍî huma fer’î be qaław
zor muşkîle ger bazî sipî fer’î beqel bê
ba dûrbê, ebê warîsî adabî pidir bê
nezdîke pider yar û hemaẍuşî ecel bê!

le basî felsefey namuradî dunyada çend cwan derî biřîwe ke ełê:

ey felek sergeştebî bo gerdişê hênatewe
ehlî ’îzzet pakî sergeşte bedes sewdatewe
gerdişt saqî, qedeḧ mîna, musîbet bû be çap
xo le dinyada nebû lem çate kes neyxiwatewe
wez’î to terkî sefaye û qelbî to celbî cefa
key dekey meylî wefa? to bem dił û ḧałatewe

beřastî zor cwanî wituwe ke ełê:

bexte esbabî şikuh û sełtenet
key be textey? textî darîne û be tac.

narî lebarî wirdekarî û cînas perwerîşda xoy enwênê le katêka ke ełê:

bo eken men’î benî adem le basî zîw û zeř?
nefsî ker ḧetta be dengî zeř becarê dête zeř!

dîsan ełê, bełam çend cwan ełê û «hełmat» kerit eka:

be şimşêrî melalet bû kewa cergî mela, let bû
bełê me’lûmî afaqe kewa nîwey mela, let bû
be peykî ẍem leser singî kelalet gewherî qelbî
weha lêy da zemane, destî bişkê wek kela, let bû!

«wiso’aẍa» ke pyawî şêx meḧmûdî şêx se’îd buwe, didanî dêtejan, le ledewrûberî şarî suleymanî ebin, eyewê biçête şar le kin şêx letîfî dansaz bîkêşê, be şêx meḧmûd ełê: şitêkî bo şêx letîf bo binûsê, lew wexteşa narî lay şêx meḧmûd ebê, şêx be narî ełê ke boy binûsê, narîş be nukte em şi’rey bo enûsê eydate dest wiso aẍa ke bo şêx letîfî berê: «wiso» muḧtacî dane hate latan ke destêktan heye êweş le dana! em şi’rey narî ewende cwane ḧew me’na be şîrînî heł’egrê! narî wekû le kurdîda şa’rêkî kurdî buwe, le farsî û ’erebîşda herweha şa’rêkî kurdî berzî ew dû zimaneyş buwe, dîsan wekû çon em şa’re buwe, edîbêkî bała û ’îbaret arayekî bê wêneş buwe. nûsînekanî estêre zêřîneyekin le asmanî edebyatî kurdîda. dîwanêkî şi’rî berz û bałay heye hêşta leçap nedrawe. hendê le şi’rekanî narî be nawî dîwanewe le layen kitêb firoşî seydyan le mehabad çap kirawe be bê tarîx.