ya risul alle eger çî řûřeşî dîwanî tom

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  1011 views
ya risul alilةArabic eger çî řûřeşî dîwanî tom
ger nebim xo hîç nebê řîze xorî xwanî tom
sehuwe, namaqûłîyexom kirde kelbî kwî to
çon segêkî pasewanî muxlîsî asanî tom
lew segî esḧabî kehfe min umêdim zyatre
bo ewe min tûle hełtûtawekey derbanî tom
min ke řû zerd û ze’îf û zamdarî ẍefłetim
natewawim, nařewaye, çon biłêm qurbanî tom
to ře’uf û mun’îm û min muflîs û bê zadî řê
řêbwarêkî hîlakim her ełêm mîwanî tom
ey şefî’î muznibîn muḧtacî şêwî em şewm
bê des û bêkes emênim çaw le řêy îḧsanî tom
ya risûl alilةArabic çe xoşe ser qedem kem ta ḧizûr
ger bijîm dûbare jînim û bişmirim qurbanî tom
kes nîye wek min le deştî ẍefłeta wêł û melûl
řûřeşî řojî cezam û şerminey yaranî tom
ey fîday ew xake bim esḧabî to pêya eçû
gyan fîday sidîq û farûq û ’elî wi’usmanî tom
ax le daxî kaxî cehla ḧepsî tarîkey xetam
çawe çawe nûrî ’îlim pirtewî ’îrfanî tom
tuxuda řojî ceza katî řica ey multeca
şakelîPen name bêbeş meke ḧeyfe ke sergerdanî tom