ḧacî le paş ke’be řû ke le şarî dulber

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 3 minutes  735 views
ḧacî le paş ke’be, řû ke le şarî dulber
ta serfiraz û bê ẍem řû key le deştî meḧşer
ḧîret ekem lewane eçne tewafî xane
nařone astaney «xîr alurî»Arabicy peyember
ger xwahîşt xudaye, lem ’emrewu sefaye
meqsûdit mistefaye, xalq le ḧecî ekber
«lulak»Arabic wihim «li’mirk»Arabic dû şahîdin tebeřuk
bes bo cenabî ew bû’ewey kira muqedder
řû ke le řêy medîne řêgayê to mebîne
em řêge řesmî dîne ger pêm ekey to baweř
be sozî piř le sîne ahê le dił derêne
derûnit hełgiřênê xoştir le narî mecmer
em mange terkî xewke, be şew le xew to řewke
dił piř le şewqî ewke demit alilة akbirArabic
ke çûyte małî mekke, ’ezmî medîne cem ke
teḧqîqî dînî tyaye medîneyî minewwer
ger lefiz û ger mekanî dîqet ke to nîhanî
dînî mubînî tyaye esił lewaye muẍmer
ye’nî şefî’î meḧşer nûrî xuda peyember
erz û sema musebib bo ew kira musewwer
qesrî beheştî heştî gułzaru baẍ û deştî
terkîb kira sirûştî bo ew bû hate menzer
«asrî»Arabic hetaku «aqsî»Arabic «û alincim»Arabic ta «awadnî»Arabic
mewla geyîşte mewla dû şahîdin museddider
kemtirle çen deqîqe, em çûne çen deqîqe
bê qwetî netîqe, ’aşîq geyîşte diłber
ḧîcabî bo kirawe, bîstî û witî û geřawe
emřo nehî hênawe, le jûrî çerxî’exzer
subḧane lem wisûłe, bê qalû bê meqûle
sakît «zwî ali’qul»Arabice, řiẍben be ḧukmî baweř
nûḧ û xelîl û ademkelîm û îbnî meryem
mat û melûl û derhem bê taqetin le meḧşer
ew řojî piř bełaye, bokê řeca řewaye
mer saḧêbî lêwa eḧmed be emrî dawer
’alem le ḧîretaye, bes nazî to řewaye
fermû şefa’etê ke bo ’alemî muqeser
her kes xerîkî xoye ’asî penay bo toye
tabî’ be şer’î to bûyn sed ke syahe defter
«ni’ma’e al’imîmة»Arabic bo ’aşîqanî muxlîs
«’izabة alalîmة»Arabic bo caḧîdanî ebter
xusranî cawîdanî, bo munkîranî suḧbet
řîzwanî bê nîhayet bo yaru teb’î yawer
meşrûbî munkîranî şur bî ḧemîm û hîme
mexsûsî muxlîsanî şerab û awî kewser
her çende řû syahim meḧcûb û piř gunahim
layeq be ’ifûy şahim ’asî û muqîru muster
bimbexşe ya îlahî be feyzî subḧigahî
şadan nebê be ye’sim îblîsî pîsî e’wer
ya řeb be lutif û řeḧmet bimxeyte ber şifa’et
eḧmed binêre ke’be û bo řewzey muteher