ey weten emcare ḧeqme řû le řêy mewla bikem

«şa’îr em şî’re la katî nexoşîda wituwe»
From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  614 views
ey weten emcare ḧeqme řû le řêy mewla bikem
ger le řasî lêm epirsî terkî to û dinya bikem
bê sefaye, sûd û sermayey nîye
ger xuda yarî bida ba terkî em sewda bikem
ya risul alilةArabic le dinya ḧasił û mayem nedî
hîmetê bełke beřasî řû le řêy ’uqba bikem
řû le řêy baẍî medîne û şêtî şaxî meke bim
bişmirim çen xoşe seyrî yesrîb û betḧa bikem
leşkirî tałanî řoḧin tîp û fewcî mûy sipî
ca kewaye çak waye menziłê bîna bikem
destî min dawênî şahî neqşibend û qadrî
neqşî tewḧîdê le lewḧî sînema înşa bikem
’îşqî ew neqşe be new’î sewqî şewqim ka kewa
bo necatî řêy se’adet şořşê berpa bikem
des le dinya ber bidem terkî ’elayq pîşekem
min lemewla pişt be mewla řû le řêy ewla bikem
şakelîPen name ’eybe le dîwanî xuda ḧîle û diro
bo řyaye, bo ḧisîr daxsitinê, dił wa bikem