sê new’e řefîqin le cîhan ger to bizanî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  434 views
sê new’e řefîqin le cîhan ger to bizanî
nanî û zubanî û sêyem muxlîsî canî
meylî mederê herçî ke nanî bû be cuz nan
řûxoşî bese kafîye bo yarî zubanî
herkes ke le tenganeda legełta bû řefîqe
serfî serumałit bike bo muxlîsî canî