ḧikayetî menzûmey seferberilk
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
17 minutes
1103 views
qiseykit bo bikem ba wek ḧîkayet
le me’nada řimûz û hem řîwayet
fîraqî řûyî yaran pîrî kirdim
dû ta qed wek kewanî tîrî kirdim
felek xaney xirap bê wek xirabû
wekû ew wa minîş piştim dûta bû
ẍerîbî ẍurbetî kirdim be carê
cyager her ewe yarî le yarê
dyarî ẍurbetim lê buwete zîndan
lewê řojê ke dûrkewtim le ewtan
ser û řîşim wekû befrî le kwêstan
ser û řîşim ẍemî dûrî le dostan
ke her katê ekem fikirî nîhanî
le ’eyş û noşî eyyamî cewanî
surişkim dê wekû baran leçawim
le dûrî ew řefîqane nemawim
hemû şew bezim û goranî û ḧîkayet
qisey xoş û kînayat û řîwayet
tecemmu’man wekû guł bû le gułzar
muẍennîman wekû bilbil be guftar
jyanim bê jyanî wane jane
jyanê mirdinî le dwabê jyane
minîş katî ezanî çûme layan
ecel dewrem eda bênê bełayan
lekatî ’eyş û eyyamî cewanî
musexxer bûm be’eşqêkî nîhanî
wekû mecnûn be řoj wêłî byaban
be şew ta řojî řoşin ahubałan
diłî birdim be naz û ’îşwe yarê
çe yarê gułřuxî sîmîn ’uzarê
beqamet herwekûserwî řewan bû
be řux mangî çwardey asman bû
ẍezalî ’îşweger piř xet û xałî
nîhalî gułşenî baẍî xeyałî
řuxî herwek gułî sûrî le baẍan
minîş her wek gułî zerd bûm le daẍan
be zułfî ’enberîn mîşkî tetarî
be ẍemze şêrî neř debû şikarî
biroy mîḧrabî nwêj û ta’etim bû
řuxî qîbley murad û řaḧetim bû
zemanê řaburad bem ’eyş û noşe
leser em bezim wirezim û ḧałe xoşe
felek řeşkî be ḧałî lezzetim bird
sirûr û ’eyşimî bo ḧesretim bird
le teqdîrî qezayî asmanî
musîbet hate xwarê nagehanî
cudayî xiste beynî dost û diłdar
xezanî xiste beynî baẍ û gułzar
sefer belg kira î’lan le ’alem
seqer bû bo ’ezabî cumle ’alem
biłêsey agirî şeř hate cunbuş
hemû ’alem be carê kewte koşiş
le herla bigrebgire ger bû peyda
hemû dinya xiroşî lê hełsita
le herla aşî şeř wa kewte sûřan
geřanîşî be xwênî cwanî însan
ḧikûmet ’alemî bo ’eskerî bird
le bo xelqî şeřî řûsî beřê kird
lelayê tir miqabîl îngilîsî
ke damezra şeřêkî zor be pîsî
le ’umrî pazde řoyî takû heşta
keçî kafî nebû lem ḧerbe hêşta
mela we’zî eda eygut ẍezaye
leber bê ’eqłî neyzanî qezaye
le meydanî şeřa ’esker be carê
lepêş top û tifeng bû ta êwarê
le cyatî çêşt û goşt û nan wixiwanî
semûnêkyan edanê ta êwarê
hemû berg û cil û nan wime’aşî
eyan xward amran cumle be başî
’esakîr bê lîbas winan le senger
leşeřda bûn be top witfeng wixencer
emîran dûr le urdûyek se’atê
le ’uşret qet nebûn ẍafił çi katê
qumar û hem şerab û qeḧbe gayîn
lewan bû bû be mezheb hem be ayîn
le ḧałî ’esker û şeř bê xeber bûn
be serxoşî be çeşnî gawu kerbûn
lenakaw dujminî dîn û wetenman
muheyya bû lebo qebir û kefenman
emîr û zabtan herdem le tirsan
’esakîr hem leber řûtî û lebirsan
esîrî destî dujmin bûn be carê
le birsana nedekira hîç çarê
lecebhey ḧerbewe ḧałman weha bû
le dest serkarî xayn karfena bû
le şaran da be boney ḧerbewe zû
ewey mabû le merkezda tyaçû
be ḧîley dînewe û nawî ẍezawe
ebînin herkesê małî nemawe
zexîrey genim wico û sawar û danûk
le nîsk û nokewe ta yebte sazûk
be nawî bey’ewe esnina le her kes
eyanfiroşt her le cê me’mûrî nakes
ker û însan û êstir,pîrebargîr
eyan girtin le bazařa be řeşgîr
cenabî kake cendermeş lelayê
le şar û dêyekan bibuwe bełayê
le herla pareyan estand le ’alem
heta mirdin le birsa cumle ’alem
lebo însan wekû gurg wiberazbûn
lebo mirîşkan çeqeł bûn fêłebazbûn
be asayş efendî xoy leşar bû
lebo’alem be çeşnî gurgî harbû
ewey bo dîn bo řêy xettî şeř çû
le birsa mał û mindałî beqsir çû
lecyatî xizmetî ehil û ’eyalyan
teme’yan kird le namûs û lemałyan
hemû řojê şehîdî em ẍezaye
be«tel» edra xeber herçend buwaye
le hermałê qyamet hate meydan
le dengî şîwen û giryan û fuẍan
giranî hate řû, řûy tê dekirdin
ewey mabû hemû yek yek emirdin
leher şîwê piřî laşey beşer bû
piřî êsqanî dest û pê û ser bû
muhacîr ’alemêkî zor lebirsan
be hawar û be efẍan û begryan
le cêgey xoy le birsa derdekewtin
leçoł û herd û seḧrada dekewtin
lecyatî kifin û difin û nwêj û tełqîn
zigî gurg û seganyan qebir û temkîn
sebeb lê sandinî pare û zexîre
heta demirim ewem her wa lebîre
le paşa, qa’im miqam û zabtanîş
heta baş çaweş wi’ubaş yekemîş
neyanzanî çi ḧałêke û qyamet
eyan gut herçî bû paşa selamet
lebezim û keyfî xoyam řanewestan
le ḧałî negbetî satê newestan
beřoj tałanî mał û ser le herla
beşew bezmî şerab û qeḧbe berpa
seg û gurg û beraz û mame řêwî
le goştî birsyan têrbûn le kêwî
be ḧurmettir bû laşey kerle însan
hemû laşîw û xiř piř bû le êsqan
nîzam û ’eskerîş axir be naçar
le xettî ḧerbewe hatin berewxiwar
fîraryan kird û heryek çû be layê
leser her ferdî însanê bełayê
emîr û ḧakim û zabit le şaran
dekewtine ḧewlî te’qîbî fîraran
legeł topînî ker şayî segane
beşî gurg wisege em nan û xwane
leherlama cendirme swarbûn
wekû segî şikarî zorbekarbûn
be nan û xwanî mezłûman qełew bûn
lebo te’qîbî nêçîran bedew bûn
ke řûyan kirde hermałê ledêhat
eyan gut qabîzî řoḧman ewa hat
neyanhêşt mirîşk û goştî kawir
wekû îslam esîrî destî gawir
wiłaẍyan her ke alîkyan edayê
birinc û mêwij û coyan edayê
te’am û nanî ’alem her beřû bû
efendîş wek segî bê abřû bû
le her cêga fîrarêkyan bigirtiba
eger parey heba eykird beřełda
yekêkî bê gunah û muflîs û řût
eyangirt û eyanbird bo şeřî kût
gelêkyan girt û kuşt û ḧepsyan kird
be ezyet řût û qût û birsyan kird
le’axirda emryan da be carê
ke ê’dame leher kwê bê fîrarê
emeş emrî bû emrî şêxul îslam
ewey řaka le ḧerba bikirê ê’dam
le ḧałat bê xeber bû şêxî gewad
ke ’alemyan hemû herdawe ber bad
leber bê ḧurmetî ew bû ke wabû
ke řêgey şer’ û dîn qet’î nemabû
le řêgey dînewe qet neybû karê
be řîşî da řya gawir be carê
leher kwê emrî î’damî ke derçû
yekê parey neba ’umrî beser çû
eger parey heba ewyan degořî
yekê tiryan enaye qebir û gořî
petû sêdarey me’mûrî segbab
wekû bo meř qenarey mame qessab
le her la şîwen û giryan û hawar
deřoyî bo semawu çerxî dewwar
nebû kes řeḧmêkî be kes bê
beḧałî bê gunah feryadřes bê
xuda bû bes ewîş yekcar ḧelîme
le siřî ẍeybewe her xoy ’elîme
biłêsey cergî sûtawî feqîran
henasey dûkełî sîney esîran
wekû tem day depoşî řûy xezra
be eşkî xwênî çawan sûr bû ẍebra
řiqî gewrem le şêx û hem melaye
eyangut ey musłimanan ẍezaye
mela karî hemû xutbe û du’a bû
le tirsî xoy şew û řoj her weha bû
keçî axir lexoy qewma be pîsî
eyan nardin le bo pêş îngilîsî
ke dî xoy em hemû řenc û ’ezabe
gutî: {wîl limin alqî ’izabةArabic}
zemîn eygut be gwêçkey asmanan
qyamettan nedîwe werne seyran
tirîşqey tawe baranî felek hat
wekû ew dengî giryanî melek hat
debarî xwên leçawî asmanan
desûtê dił beḧałî derdedaran
minîş yek bûm legeł cem’î fîrawan
beřoju şew leşax û kêw saran
be řoj daym le eḧwałêk û daxê
beşew heryek le eşkewtêk û şaxê
le cêy řayex hemû kuçk û kełek bû
lecêy pêxef semawat û felek bû
dewamî bû heta nêxîkî sałê
neman wêra biçîn carê bo małê
cudabûyn her yekê řûy kirde karê
heta mangê hemû gîrayn be carê
lepaş lêdan û pêdadanekî zor
xirayne ḧucrey ḧebis û kunî jor
le dest û pê û mil bû tewqî zincîr
wekû gacût leser şan û milim nîr
be řoj û şew le jûrî teng û tarîk
le birsana ze’îf û zerd û barîk
lepaş çendî lebo merkez beřê bûm
le qatîl xaneda cêgîrî cê bûm
lepaş çend meḧkeme û hem qal û hem qîl
necatim bû le î’damî be bertîl
dewamî birsyetî û giranî lekar bû
lejûrî ḧepsewe hawar û zarbû
hemû řojê emirdin heşt û noman
nebû yek kes ke tozê bigrî boman
wefawu dostidarî her nemabû
hemû ’alem le eḧwałî fena bû
eger bawkê semûnêkî buwaye
be ewladî neda ger mirdibaye
wekû řojî qyamet nefsî nefsî
hemû kes her ẍemî xoy bû le ḧepsî
heta dûsałî tir em kare wabû
ḧikûmet lem şeře zu’fî peyabû
qumandanî le qołî řûs bû erkan
gelêkî kuşt le aẍa û mîrî kurdan
’eşayrî le kurdan zor legeł bû
beranber quwetî řûs bê ’emel bû
şika erkan be pîsî xoyî û leşkir
ewey kujra, ewey tir kewte naw quř
ewey le dwa şiksitey leşkirî bû
’ecem bo’ew bełay řoḧ û serî bû
leçołê ya ledê, yaxo lemałan
eyan kuşt û eyan hawîşte çałan
heta hat ’eskerî řûs hate pêşê
nema kes barî ẍembarî nekêşê
şino û sabłaẍ myandiwaw û meraẍe
heta êsta diłim boyan be daẍe
be qetił û ẍaret û feḧşî jinan řa
heta mûdey şew û řojê emir dira
lesabłaẍ û le serdeşt û le bane
’eceb kuştar û nehbyan kird segane
emaney girt û ta geyye řewandiz
lepêşî da nema hergîz çi ḧacîz
heta nêzîk suleymanîş dehatin
supahî ême herçî bû hełatin
lelayê tir hetakû xaneqînî
ḧidûdî girt wekû ḧełqey nigînî
le nakawê le naw xoy sewre hełsa
le eḧzabî şîw’î fîtne hełsa
گەڕûاە leşkirî řûsî be carê
nema ferdê lewan takû êwarê
lelay besreş le ḧerbî îngilîsî
’esakîrman şika yekcar be pîsî
heta hat û geyşte dewrî beẍda
le selman pakewe şeř destî pêkira
cemîl paşa bû ew řoje qumandan
ewîş meşẍûłî ......... dan
siqûtî kird le beẍda ta êwarê
be řîşî da řya gawir be carê
’elî îḧsan le kirmaşan bû bîstî
be xoyî û ’eskerî hatin be çustî
heta şew geyyecê kar têpeřî bû
keway zanî lebo kerkûk beřê bû
heta nêzîkî mangêkî be daym
le beẍda takû kifrî şeř bû qaym
ke paşa xoy negirt û geyye kerkûk
ewîşî girt be yasanî û zor sûk
le qîna mîlletîş kirdî xeyanet
leser şanî nema barî emanet
hemû bînyan geyşte cerg û êskî
le zułmî ’esker û zubbatî turkî
le herlayê qyamyan lê dekirdin
heta lem mułkeyan zû derdekirdin
ḧikûmet waye ger neybû ’edałet
legeł mîllet bika zułim û şeqawet
xuda xoy ew ḧeqey zû lê esênê
serî řiştey umûrî depsênê
lebeynî mîlletan û her ḧikûmet
heye dû wacîbatî zor be şîddet
ferîzey mîllete bîka îta’et
ḧikûmet wacîbî serye ’edałet
eger wabû lezet lêktir debînin
ḧeqî xoyan le dujminyan esênin
muxalîf bin legeł yek herdûlayan
xuda boyan debarênê bełayan
wekû turk û ’êraqîn lê deqewmê
kesê neydîwe wabê hîç qewmê
ḧepsixaneş beřełda bû be carê
ewey mabû nema takû êwarê
legeł be’zê řefîqan derdekewtîn
lebirsana le řîga her dekewtîn
şeřî top û tifeng û hem teyare
leser kerkûk le řoja ta êware
hemû kołanî şarî çoł û xałî
ḧesarî bûn legeł mał wimnałî
le bazařa nebûyn ẍafił çe anê
bedestiman her nekewt yek tîke nanê
le weqtêka bû em fesłe behar bû
deẍił şîrî perî boyî bebar bû
umêdyan lê biřabû ’eskerî turk
xeyałêkyan hebû her wek meř wigurg
bedestî her yekê dasê dirabû
le layen amran emrê dirabû
leher kwê parçe genmê bê we ya co
hemûy bidrûnewe bîben legeł xo
lelutfî xwawe ẍeyre way şikandin
hemû tedbîr û fikirî lê pisandin
xuda řeḧmî ke kird îtir nepeřjan
we îlla herçî mabû qet nedejyan
beřê kewtîn lewêwe bo berewmał
lebo diłxoşî xizim û mał û mindał
le řêga her lebeynî yek se’atê
dûçarî meytekî zor bûyn le katê
yekê destî xurabû yek ser û pê
yekê wirgî diřabû yek le sed cê
yekê êsqanî mabû yek lîbasî
yekê wabû ebed kes neydenasî
duřinde û weḧşî bem laşane fêr bûn
be goştî nazkî wan weḧşî têr bûn
ke em ḧałem beçawan dî le řêga
nema sebirim, nema ’eqiłim le cêga
ewendey taqetim mabû ewîş çû
ewey sebir û qerarim bû beserçû
be herḧałê bû hatîn takû koye
leher małê fuẍan û bawkeřoye
’ezîzim dîn zelîl û bênewa bûn
ewey«şa» bû le ewweł dîm geda bûn
ḧikûmet texlyey hêşta nekirdibû
ebed řeḧmî be ’alem da nebirdibû
ewey pêşû eyan kird her eyan kird
ewey ewweł eyan bird her eyan bird
teḧemmul kwa ke řojê dabnîşim
be řaḧet herdûpêy xom řabkêşim
le xizim û eqrîba û dayk û biraman
ewey mabû dûsê yek hate laman
beserşara wekû çadir temî ẍem
hemûy poşî bû bê zyad û bebê kem
leher małê kizey cergî feqîran
çirûkey dûkełî ahî esîran
dukanêkî kebabçî bû lewê da
we yaxo ahî mezłûmanî têda
lebo neřjê leçawim eşkî xwênaw
lebo zyatir nesûtê cergî sûtaw
ke em ḧałem temaşa kird be çawan
xeyałî ẍurbetim kird min le tawan
ke řoyştim wîda’im kird le yaran
surişkim hate xwarê çeşnî baran
lehewlêra dûsê kes aşnam bûn
lebe her’îş û karê xêrxudam bûn
lewê çend muddetê te’tîl û bêkar
le paşa îş wikarim kewte bazař
muheyya bû ’ecayeb karwanê
cîhan dîde û hunermend kardanê
legeł dûkes şeraket îttifaqim
le bo êran ke řoyştîn be taqim
be ahî serd û çawî xwên řêz
legeł em cem’eda řûm kirde tewrêz
heta dûhefte îş wikar tewaw bû
hemû kobûynewe herçî biław bû
xerîkî kasbî û îş û sefer bûm
heta şeş mang le koye bê xeber bûm
ke zanîm îngilîsî hate nawî
le bo koye beřê kewtim be tawî
ke hatim dîm ke teşkîlat tewawe
le sayey xwa leturkan yek nemawe
feqîrxaney ke dana zû leşaran
le bo mezłûm wibêçare û hejaran
lehîndistanewe ardî dehêna
le xarîc elbîse û parey ehêna
le zorî çêşt wigoşt û xwanî
leber zorî me’aş û paredanî
qidûmî bo hemû ’alem buwe xêr
hemû birsî be nanî ewbû bûn têr
le cêy cendirmekan polîsî dana
kuřî genc û bequwet hem twana
hemû qomîser û zabit lexoman
me’aşî yek be de dana le boman
syaset wabû ew řoje wehabê
ebû birsî le nawmana nemabê
feqîrxane hezaruçend kesê bûn
jin û mindał û pîr wibêkesê bûn
mudîrêk û yekê me’mûr û katib
te’îyn bûn her yekî mîqdarê řatib
be «’înwanî kîtabet» xom lewê bûm
le bo îşî feqîran her leřê bûm
le bo mesrûfî çêşt û goşt û nanyan
le bo sabûn û pêław û lîbasyan
hemû řojê le malyem dehêna
qerîbî dûhezar řupyem dehêna
heta herzanî dahat herweha bû
řefahhyet le ’alem da peya bû
řefîqêkim hebû ewweł le pêşa
leber meḧzî miḧebbet řamî kêşa
lebo řêgey îdare zeḧmetim çû
lebo şarî qeładiz qîsmetim çû
legeł ew zor bexoşî řabwardin
leser yek sifre bûyn bo nan xwardin
le nefsî xoy muqeddem tir emin bûm
le qewm û xizmî xoy zyatir emin bûm
heta nêzîkî sê sałe lewê bûyn
le axîr bo silêmanî beřê bûyn
felek bo qîsmetî ême leherla
beçep da moreyî nerdî fiřê da
silêmanî hêna qîsmet weha bû
mu’în û nasrî ême xuda bû
xudaye ḧafîzî fîtne û bełaman
xuda řojîderî şah û gedaman
xudaye bo feqîran dadřes bê
leẍeyrî ew nîye firyadřes bê
muddebîr her ewe bo karubarit
her ew eyka nîzamî karubarit
ewey neyda be ’alem nadrê qet
ewey neyka be ’alem nakirê qet
ewey bîda kesê lêt nastênê
ewey ew meḧkemî kird naypisênê
’imûmî enbyawu ewlyakan
hemû sedîqekan û cumle pakan
muqabîl qudretî bê destełatin
leber derkya hemû kewtûn û latin
neka řuḧmê be lutfî xoy لەگەڵێان
neda ’îzzet be yekyan ya be gelyan
zelîl û xwar û bê ḧurmet demênin
be erza eşkî ḧesret dadeçênin
muzzîl û hem mu’îziz her xoyetî û bes
«mizil»Arabic û «hadî»Arabic her xoyetî û bes
kelamî «niḧin eqirb»Arabic bête gwêman
kelamî «niḧin nirizqikim»Arabic le řêman
beqewlî kafî «kihî’is»Arabic
kifayet her’ewe bo ême «mîrsad»
ke wabû ême teslîm û řezabîn
wekû goyî be çewganî qezabîn
xuda bo xatrî ’ebdî gunahkar
şefî’î da be eḧmed şahî muxtar
roḧim qurbanî xakî pêy ewîş bê
serim qurbanî tozî řêy ewîş bê
xuda bo xatrî ew şehryare
beḧeqî ḧurmetî ew nazdare
beḧeqî ḧurmetî esḧabî ẍarî
be ḧeqî ehlî beyt û çaryarî
xîtamî ’umrî ême bê leserḧeq
biman parêze bo her karî naḧeq
selat û hem selamî piř sefayî
leser řoḧî şerîfî mistefayî