fezay baz

From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 1 minutes  656 views
ełên îtir hewa saze û feza baz
le xoşîda minîş kewtûme sêbaz
ełên îtir ke cuře û kotir û kew
nîye bakî le şahîn û le şabaz
ełên îtir le hêstir cûte naxat
ełên îtir ke sipłot nagrê gaz
qełem azad ebê bo derdedłinûs
sitem naka qełew îtir le lawaz
îtir napirsê zordarî le bê tîn
îtir natirsê bazařî le serbaz
biłêy řas bê xudaye em qisane
biłey şeytan berewjêr bê le hewraz?
be kwêryan wit çîye meylit witî min
be ẍeyrez çawî řoşin nîme diłxiwaz!