şînî ’eta

«bo mergî biraza serbazekey ’eta efrûze ke le şeřî êran û êraq gyanî ledest dawe nûsîwêtî»
From the Book:
Gird û Ko
By:
Nafe Mazhar (1913-1998)
 2 minutes  671 views
daxî giranim ’eta bo mergit
bo cwanî û fam û azayî û cergit
be kujanewey giřî çiraket
sûta bawik û dayk xuşk û biraket
pêkewe legeł mamey quřbeser
daẍdarin hemû famîlî mezher
ezanî çonin amozakanit
legeł řifêqe diłsozekanit
xało û xałoza, metî û metîyeza
egrîn û ełên řezayn be qeza
hemû bot ẍembar melûl û ’aciz
nek eqwam bełkû tewawî seqiz
řifêqekanî taranîyekan gişt
le ême zyatir firmêskyan eřişt
çûnka kuřê bûy le dos û dujmin
etoy xoş ewîst be endazey min
daxî zyatirim girêy ser diłe
boçî kewtîte naw em qafłe
emma to şeřit lebo însan kird
le bo tîmarî zexmî însan kird
eto bo beşer fîdakarît kird
bo xizmetî xełk bo bêhdarît kird
xot kird be qurban bo necatî xełk
bo cinsî beşer bo karî bekełk
xizmetit bo gişt new’î beşer bû
nebo tema’ û tirs û zerer bû
şehîdî řêgay řasî îslam toy
kuřî nebezî kurdî xoşnam toy
ey xak beser xom lebo cwanyeket
bo wîcdanî pak bo zorzanyeket
bo cergî sûtaw bawke pîreket
bo dayk û bira û bo munîreket
bo řeş poşîn û diłî sûtawyan
bo kefukułî cerg û henawyan
lebo mes’ûdî dûr le xak û merz
lebo giryan û şîn û řořoy berz
bo serşêwawî řifêqekanit
le xyaban û bax û seyranit
daxî giranim zor çewsaytewe
ne zor xoşît dî û ne ḧesaytewe
be nakam řoyît herwek nakaman
her yadî xêrit mawe le laman
řeḧmetî barît bibarê leser
fîrdewsî e’lat bibête meqer
sałî hezarusêseduşeş bû
řołey xoşewîst ’eta ledes çû
eme bizane řołey nûrî ’eyn
le bîrman naçê heta ême heyn
întîqamî kes lay xwa namênê
bêjî ’etagyan ḧeqman nesênê?